ŞIRNEX – Parlementera HDP’ê Nuran Îmîr bi endamên partiyê re çû serdana gundê Baziftê yê Cizîrê ku duh topên hewanê lê ketibûn. Îmîr destnişan kir ku li gorî agahiyên ji gundiyan stendine topên hewanê ji qereqola sînor hatine avêtin.
Gundê Baziftê ya girêdayî navçeya Cizîra Şirnexê duh bû armanca topên hewanan û di encamê de yek jê giran 4 kes birîndar bûn. Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Vesîle Can, Berna Acit û Omer Ekîn ber bi başiyê ve diçe û Muhyettîn Can ê giran birîndar bibû jî rakirine nexweşxaneyek li Êlihê.
Parlamentera HDP a Şirnexê Nuran Îmîr, Hevşaredarên Cizîrê Berîvan Kutlu û Mehmet Zirig jî di nav de şandeyek HDP’ê îro çûn serdana gund. Şandeyê ewil Omer Ekîn ê birîndar bibû ziyaret kir.
‘25 TOPÊN HEWANÊ HATINE AVÊTIN'
Di serdana gundê de Parlementer Îmîr axivî û da zanîn ku piştî birîndar rakirine nexweşxaneyê 25 hewan li gund ketine û wiha got: "Li gor agahiyên ku gundiyan da ye me piştî ku birîndaran rakirine nexweşxaneyê nêzî 25 topên hewanê hatine avêtin. Ji ber ewlehiyê gelek gundî niha ji gund derketine. Li gor gundiyan dîtine topên hewanê ji qereqola eskerên tirk a li ser sînor hatine avêtin. Niha ji ber ewlehiyê em nikarin biçin aliyê gundê ya aliyê dinê. Em dibêjin ku bila ev şer demildest bê sekinandin û naxwazin kes bimire."