ANTALYA - Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Antalya Erdal Gîlgîl, bertek nîşanî lêpirsîna derbarê kesên li dijî şer derketin de hat vekirin, da û got: “Aştî xwestin ne sûce.”
Endamên Platforma Ked û Demokrasî ya Antalyayê, bertek nîşanî lêpirsîna derbarê kesên li dijî şer derketin de hat vekirin dan. Endamên platformê li avahiya Şaxa Egîtîm Senê civîna daxuyaniyê li dar xistin û gelek kes beşdarî civînê bûn. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Antalyayê Erdal Gîlgîl daxuyanî da. Gîlgîl, diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hem li nava welat û hem jî ji derveyî welat rê li ber binpêkirinên hiqûqî vekiriye. Gîlgîl, bertek nîşanî lêpirsînên derbarê kesên li dijî şer derketin de hat vekirin da û wiha axivî: “Heya niha hemû daxuyanî û çalakiyên li dijî şer hatine qedexe kirin. Hemû çalakî bi tundiyê hatin astengkirin.”
Gîlgîl, da zanîn ku lêpirsîn derbarê kesên li dijî şer derketin de hatiye vekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Antalyayê, endamekê ÎHD’ê jî di navde lêpirsîn li 5 kesan hatin vekirin. Ji bo ku ev kes, ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî îfade bidin bangî wan hatiye kirin. Aştî xwestin ne sûce. Em polîtîkayên desthilatdariyê şermezar dikin.”