MÊRDÎN - Parlamenterên HDP'ê Pero Dundar û Dîlan Dîrayet Taşdemîr li Nisêbînê ku ji şer bi bandor bûye, bi jinan re hatin gel hev û çûn serdana kesên ku xizmên wan di teqînan de jiyana xwe ji dest dabûn.
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî di nav komeke jinên HDP'î çûn serdana gelê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku ji êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bandor bûbûn. Koma HDP'î li taxa Qijlê ya li ser sînor bi jinana re hatin gel hev û li ser serpêhatiyên navçeyê axivîn. Koma HDP'î ji vir jî çû serdana welatiyên ku di roja destpêkê ya êrîşê de ji ber parçeyên guleya hewanê birîndar bûbûn.
Parlamenter Taşdemîr û Dundar piştî ku li navçeyê esnafan ziyaret kirin, ji bo ku biçin serdana malbatên ku xizmên wan di teqînan de jiyana xwe ji dest dabûn, derbasî gundên bejahiya navçeyê bûn.