GIRÊ SPÎ – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi ser Kampa Eyn Îsa ya ku DAIŞ’î lê diman û ku endamên MSO’yê ketibûnê de girt. Di operasyonê de gelek endamên SMO û DAIŞ’ê dîl hatin girtin.
Êrîşên Tirkiyê yên li dijî bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 9’emîn de didomin. Komên girêdayî Artêşa Milî ya Sûriyê (MSO) duh bi ser Kampa Eyn Îsayê ya li Girê Spî ku girtiyên DAIŞ’ê lê dimînin de girtibûn.
Çend roj berê di kêliya bombebarana ji aliyê Tirkiyê ve li dijî kampê hatibû kirin û zêdetirî 750 DAIŞ’î reviyabûn.
Endamê MSO’yê duh ketibûn kampê. Şervanên QSD’ê îro bi ser kampê de operasyonek li dar xistin. Dema serdegirtina kampê nûçegihanê ajansa me kêlî bi kêlî dîmenên operasyonê kişandin.
QSD bi sê milan ve bi ser kampê de girt û di kêliya serdegirtinê de endamên MSO û DAIŞ’ê hatibûn bi çekkirin dest bi reva ji kampê kirin.
Di kêliyek kin a vê operasyona bi bandor de gelek endamên MSO û DAIŞ’ê ji aliyê QSD’ê ve dîl hatin girtin. Şervanên QSD’ê dîsa kontrola kampê xistin bin serweriya xwe û berê operaysona xwe da gundên derdora kampê.
MA / Nazim Daştan