AMED - KKP'ê têkildarî binçavkirina serokê xwe yê giştî Sînan Çîftyurek daxuyaniyeke nivîskî da û bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Çîftyurek. Partiyê destnîşan kir ku dê li dijî tundiyan li ser piyan bimînin û serê xwe netewînin.
Duh serê sibehê polisan li Amedê bi ser mala Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek de girtibû û ew binçav kiribû. KKP'ê têkildarî binçavkirina serokê xwe yê giştî Sînan Çîftyurek daxuyaniyeke nivîskî da û bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Çîftyurek û xwest bê berdan.
'EM Ê LI DIJÎ QIRKIRINÊ RAWESTIN'
KKP'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di dema binçavkirinê de polisan telefona berîkê û qompîtera Çîftyurek desteser kirine û ev tişt gotin: "Hevrêyê me piştî binçavkirinê birine Qereqola TEM'ê ya Rezan. Ji ber axaftinên xwe yên Newroz, pêvajoya tayînkirina qeyûman û helwdana dagirkirina Rojava, hevrê Sînan bi "propagandaya rêxistinê" tê sûcdarkirin. Piştî îfadedayîna xwe ya li TEM'ê ji bo ku derkeve dozgeriyê, li nezaretê tê rawestandin. Li gel ku tê zanîn pirsgirêkên hevrêyê me yên tenduristiyê hene û têkildarî vê yekê rapor jî hatine derpêşkirin, ji bo karekî îfadedayînê bi saetan e tê rawestandin. Ev jî ne bes e li nezaretê tê rawestandin û tenduristiya wî hedef tê girtin. Em vê rewşê qebûl nakin û dibêjin ku pêwîste hevrê Sînan û mirovên me yên di rewşa wî de bên berdan. Dîsa em diyar dikin ku em ê li dijî qirkirinên siyasî li ser piya bin û tu carî serî ji tundiyan re netewînin."