ÎZMÎR – Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê ji 1'ê Mijdarê û şûnde heqê rê ji sedî 13 zem kir.
Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê, biryar da ku heqê rê ji sedî 13 zem bike. Meclisa Şaredariyê bi tevlêbûna Şaredarê Îzmirê Tunç Soyer civîna Cotmehê li dar xist. Meclîsê di civînê de biryar da ku piştî 1'ê Mijdarê ji sedî 13 heqê rê zem bike. Ji 1'ê Mijdara 2019'an û şûnde wê li Îzmirê bilêtên tam 3,56 lira, bilêtên kesên temenê wan 60 salî û mamoste 3 tl û bîletên xwendekaran jî dê bi 1,64 lirayî bê firotin.