WAN – Hevşaredara HDP’ê ya navçeya Qereyazî ya Erziromê Melîke Goksu di saetên serê sibê de hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku Goksu ji ber 7 sal û 6 meh cezayê wê yê girtîgehê yê li Dadgeha Bilind hat erêkirin, hatiye binçavkirin.
Li navçeya Qereyazî ya Erziromê, polîsan di serdegirtinên malan ên serê sibê de, Hevşaredara HDP’ê ya Navçeyê Melîke Goksu û 2 endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de, 7 kes binçavkirin
Goksu ya di hilbijartina 31’ê Adarê de li navçeya Qereyazî ji sedî 61,83 deng girtin, dema endama meclîsa şaredariya Qereyazî bû bi îdiaya “Endamtiya rêxisitinê” di 10’ê Tîrmeha 2017’an de hatibû girtin. Goksu piştî 5 mehan hat berdan. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê, di 22’yê Kanûna 2017’an de 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Goksu birî û doz şand Dadgeha Bilind.
Goksu ya berî heftiyekê cezayê wê hat erêkirin, biryara lêgerîna wê derket. Goksu, dema ku serê sibê xwest biçe Aydinê û nexweşekê ziyaret bike, hat binçavkirin. Serdar Goksu, Serkan Goksu, Erol Goksu, Emel Tûran, Erdal Bayram û Ferît Kaya yên bi Goksû re jî hatin binçavkirin û birin Edliya Arziromê. Lêpirsîna Goksu ya li Edeliyê dewam dike.