STENBOLÊ - Komîsyona Mafê Perwerdeyê ya ÎHD'ê têkildarî sala peywerdeyê ya 2019-2020'an daxuyaniyeke nivîskî da û daxwaza pewerdeya wekhev û bêpere kir.
Komîsyona Mafê Perwerdeyê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)a Stenbolê têkildarî sala peywerdeyê ya 2019-2020'an daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de dabînkirina şertên perwerdeya zikmakî û perwerdeya wekhev û bêpere hat xwestin û zêdebûna gumanên ji ber pirsgirêkên di perwerdeyê de ya xwendekar û malbatên wan hat destnîşankirin.
Her wiha di daxuyaniyê de daneyên "Rapora Xebatên Wezareta Perwerdeyê Neteweyî" hatin parvekirin, şertên têkildarî mafê perwerdeyê yên ku di xal 26'emîn a Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan de hatin bibîrxistin û ev daxwaz hatin kirin;
* Divê xwendekar ji ber baweriya xwe rastî cihêkariyê neyên.
* Li dibistanan li şûna agahiyên ji ber ku derbasdarbûna xwe winda kirine divê perwerdeyeke xwe dispêre zanîst, huner, werzîş, felsefe, xweza û jiyana zîndewaran bê dayîn.
* Bernameya mufredateke ku girîngiyê dide wekheviya zayendiya civakî
* Ji rojhilat heta rojava, ji bakur heta başûr li tevahiya welat divê perwerdeyeke wekhev û pêpere bê dayîn.