Bêhiqûqiya 39 sal berê heta îro: 12’ê Îlonê

  • rojane
  • 11:33 11 Îlon 2019
  • |
img

AMED – Mexdûrê darbeya 12’ê Îlonê yên li Girtîgeha Amedê îşkenceyên giran dîtin diyar kirin ku her çiqas 39 sal bi ser de derbas bûye jî lê li ser navê dewlet û hiqûqê tiştek nehatiye guhertin. 

 
Darbeya 12’ê Îlonê ya eskerî 39 sal berê yanî di sala 1980’î de pêk hat. 12’ê Îlonê yek ji rûpel ango dîroka herî reş û tarî ya Tirkiyeyê bû. Îşkence li însanan hat kirin, însanan kuştin, însanan bi darve kirin û her cûre muameleya xerab û binpêkirina mafan li dijî însan û şoreşgeran pêk anîn. Yek ji aliyên herî bedelên giran ê vê darbeyê dan jî kurd in. Dema 12’ê Îlonê û îşkenceya wê tê qalkirin, ewil Zîndana Jimara 5’an a Amedê tê bîra mirov. 
 
ÎŞKENCE BI BERXWEDANA XWE TÊK BIRIN 
 
Hemû girtiyên li Zîndana Amedê bi îşkenceyên giran re rû bi rû man. Ji van girtiyan û ji pêşengên PKK’ê Mazlum Dogan ji bo şertên girtîgehê û îşkenceyê protesto bike di 21’ê Adara 1982’an de bedena xwe da ber agir û dawî li jiyana xwe anî. Ji girtiyên PKK’yî Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner jî dan pey şopa Mazlum Dogan û bûn berdewamên rûhê berxwedanê. Ev çar girtî wek “Çaran” hatin binavkirin. Li dijî pêkanînên dij mirovane ji girtiyên PKK’ê Mehmet Hayrî Durmuş bû pêşengê çalakiya rojiya mirinê û li gel Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz çalakî domandin û her çaran jî jiyana xwe ji dest da. Di navbera salên 1981’î û 1984’an de li Zîndana Amedê bi giştî 34 girtiyan jiyana xwe ji dest da. 
 
Şahidên hovîtiya wê demê ku girtî bûn Ahmet Candan û Ahmet Andiç behsa wê serdemê kirin. 
 
‘NE QASET Û NE JÎ PIRTÛK TÊRÊ DIKIN’ 
 
Ahmet Candan diyar kir ku ew beriya 12’ê Îlonê bi 4 mehan hatiye girtin û şandine Girtîgeha Amedê û heta niha bi giştî 17 sal di girtîgehê de maye. Candan hovîtiya li Zîndana Amedê dianîn serê girtiyan wiha anî ziman: 
 
“Dema ez li girtîgehê bûm, min bihîst ji nişkeve deng tê. Dengê postalan bûn. Bi yek carî ketin qawîşên me û me kirin yek rêzê û îşkence li me kirin. Piştî 3 rojan gardiyanan guhertin û esker anîn û ji wê rojê şûn ve îşkence dest pê kir. Ji lêdanê heta îşkenceya derûnî her tişt bi me dikirin. Heke em niha rabin behs bikin ne qaset ne jî pirtûk têra vê yekê nakin. 
 
‘CIVAK BI SAYA BERXWEDÊRAN LI SER PÊYA YE’ 
 
3 sal bênavber bi şev û roj îşkence li me dikirin. Îşkencekar ji mirovatiya xwe derketibûn û teknîkên nû derdixistin. Ceryanê didin canê me, li ser feleqê me dirêj dikirin, tazî me didan meşandin û sirûd bi me didan xwendin, pîsîtî bi me didan xwarin. Ev tenê çend mînak in. Civak jî van dizane.”
 
Candan diyar kir ku Zîndana Amedê ji aliyê civakê ve wek cihek îşkenceyê û keleha berxwedanê tê zanîn û bi saya berxwedana kesên wan rojan îro civak li ser pêya ye. 
 
‘TU TIŞTEK NEGUHERIYE’ 
 
Candan anî ziman ku tiştên di 12’ê Îlonê de hatine serê wan wek duh di bîra wî de ne û wiha domand: “39 sal bi ser re derbas bûye, lê hêj aqilê dewletê neguheriye û di hiqûqê de tu guhertin pêk nehatiye. Hiqûq hêj heman hiqûq e. Destûra bingehîn a 12’ê Îlonê hêj di meriyetê de ye. Niha jî rewşa girtîgeha dişibe rewşa wê demê. Rewş xerabe. Me wê demê jî serê xwe netewand û em niha jî qet serê xwe natewînin.” 
 
‘DIXWESTIN MUXALEFETÊ TÊK BIBIN’ 
 
Ahmet Andiç jî wê demê li navçeya Pîranê ya Amedê mamostetiyê dikir hat girtin û xistin hepsê.
 
Andiç destnîşan kir ku ji destpêka Komarê ve mekanîka darbeye heyîna xwe diparêze û wiha got: “Di salên 70’î de dengê kurdan xûrt derket. Her ku çû kurdan xwe bi rêxistin kir. Dixwestin pergalên wê demê têk bibin û li şûna wê welatek bêtir demokratîk û şoreşgertir ava bikin. Dixwestin welatek hin şaristanî ava bikin. Li dijî pergala dewletê ya faşîzane pêngavên şoreşgerî dan destpêkirin. Yên Tirkiyeyê dixwestin birêve bibin hêzên emperyalîst danîn pişt xwe û nedixwestin ev hêzên şoreşgerî hêza xwe xurt bikin. Dixwestin gel bitirsînin û muxalefeta wê demê têk bibin. Însanên li kolanan demokrasiyê dixwestin hepsî malê dikirin. Bi vê yekê re serdemek dest pê kir. Di encamê de jî darbeya eskerî ya 12'ê Îlonê pêk hat.”
 
‘ÎŞKENCEYA KU HIŞÊ MIROV NAGIRE LI ÎNSANAN KIRIN’ 
 
Andiç da zanîn ku ew li girtîgehê bi îşkenceyê re hatiye nasîn û wiha axivî: “Di roja 3’yemîn a darbeyê de eskeran bi ser gundê me ve girt. Gund gulebaran dikirin. Îşkence li gundiyan kirin û pîsîtiyê bi wan dan xwarin. Her cûre tişta xerab anîn serê gundiyan. Wê demê hovîtiyên wek ben bi organê zayendî yê zilaman ve girê didan û didan destê jinan ku bikişînin. Her cûre hovîtî ku hişê mirovan nagire dianîn serê însanan.” 
Andiç diyar kir ku berxwedana li zîndanê hat dayîn hinek îşkenceyê kêm kir. Andiç got darbeya eskerî di civakê de rê li ber  travmayên mezin vekiriye û bandorek mezin li wan jî kiriye. Andiç anî ziman ku roja îro û pêkanîna 12’ê Îlonê dişibin hev û pêkanînên niha tên kirin ji pêkanînên 12’ê Îlonê jî derbas kirine. 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

10:08 Ji bo biçe ziyareta girtî 1600 TL heqê rê dide
09:02 Serokê ÎHD'a Edene: Bi hezaran kes ji ber fikrên xwe girtî ne
09:01 Qilêkerê Gêlê: Ez bimirim, pîşeya min jî wê bimire
09:01 Malbatên 395 kesên ku polîsan ew kuştine wê biçin pêş AKP'ê
09:01 Girtiyê nexweş terkî mirinê kirine
09:01 Çotkarên pembû: Êdî em nikarin pembû biçînin
09:00 Qeydên kursên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê kir
09:00 Rojnamegeran ji bo Ataman bang kirin: Em bibin dengê Ziya
09:00 ROJEVA 23'Ê ÎLONA 2019'AN
07:46 Li Cizîrê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek vekirin
22/09/2019
17:46 DTSO ji bo bermahiyên Zerevanê ronî bikin wê dest bi xebatan bikin
16:44 Jin li ser zimanê aştiyê axivin
16:31 Jinek din rastî êrîşa hevjînê xwe hat
16:00 ‘Cihê çareseriyê Îmralî ye’
15:35 Nobeta Demokrasiyê li Amedê di roja 35’an de berdewam kir
15:24 Sûriyeyiyên Seyhanê: Êrîş bi plan e ewlehiya me tune ye
15:18 Ji bo bajarên bêtirimpêl bisiqlet ajotin
14:34 Parêzerên Yulsekdag: Dest bi pêvajoya komployek nû kirin
14:26 35 rojin Nobeta Demokrasiyê digirin
14:07 Jinên Êzîdî: Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn
12:54 Bi nivîsên li ser dîwaran bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan
10:40 Doza rojnameger Ataman ê bi muebeta giran tê darizandin bi dawî dibe
10:11 Li Girtîgeha Turkoglu pêkanînên 12’ê Îlonê: Sirûda Îstîklalê ferzî girtiyan dikin
09:39 Ji ber ‘heqareta li Serokkomar kirinê’ 12 sal ceza birîn
09:12 Dêrsimî ji bo Mûnzûrê zend û bend badan
09:11 Mêrsînî santrala nukleerê naxwazin
09:10 ‘Rewşa Ergîn Aktaş di asta mirinê de ye'
09:06 Li qada kurdî êdî xêzekovareke bi kurdî jî heye: ZRÎNG
09:04 Gulum: Tu rewabûneke hikûmetê nemaye
09:02 'Eger dayik doza zarokên xwe dikin, navnîşan deriyê Qesrê û Erdogan e'
09:01 Hîn jî 'bûkok'an çê dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2019'AN
21/09/2019
23:59 Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter hatin dayîn
16:55 Dayikên xwendekarên Harbiye serî li ÎHD'ê dan
16:39 Ji BEKSAV'ê ji bo qurbaniyên Pirsûsê pêşangeh
16:28 Li Stewrê Kargeha Hunerê ya Zarokan dest pê kir
16:14 Di konferansa 'Lêgerîna Tirkiyeya Demokratik' de çareserî xwestin
16:10 Ji bo bîranîna Elçî qurnefîl danîn ber Minareya Çar Ling
16:09 Şaxa ÎHD'a Îzmirê aqûbeta Şeyhmus Eroglu pirsî
15:46 Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî: Bila Girtiyên Pençeşêra Prostatê Akay bi tenê nemîne
Keça Guler: Zerara bavê min ê 80 salî digêje kê?
15:35 Jinan bertek nîşanî sempozyûma OG-DER'ê da
15:35 Koramaz: Wê gel tu carî darbeyên we efû neke
15:25 ÎHD’ê rapora Seyhanê aşkere kir: Divê can û malê Sûriyeyiyan bên parastin
15:10 Turkdogan bang li darazê kir: Demildest dest ji vê xeletiyê berdin
14:55 Ciwanên li Nobeta Demokrasiyê: Dixwazin têkçûna xwe biveşêrin
14:49 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Polîtîkayên qedexekar girêdayî hişmendiya qeyûm e
14:44 Bertek nîşanî biryara Demîrtaş û Yuksekdag dan: Emê paşve gav ne avêjin
14:33 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
14:21 Malbatên harbiyeyî yên li pêşiya AKP'ê dîsa hat astengkirin
14:14 Nobeta Demokrasiyê li Qoserê dewam kir: Emê serî netewînin