Temellî: Sedema herî mezin neçareserkirina pirsgirêka Kurd e

  • rojane
  • 11:05 11 Îlon 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, der barê hevdîtinên xwe yên Başûrê Kurdistanê de axivî û got: "Divê diyalogên du alî bên pêşxistin. Pêwîste ku hemû kes ji aliyê xwe ve înîsiyatîfê bigire û gav bavêje. Piştî hevdîtinan hêviyên min zêdetir bûn."

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Alîkarê Hevserokê HDP’ê Nazmî Gûr, Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan, parlementera Batmanê Feleknas Uca, parlementerê Amedê Îmam Taşçier, Hevserokên Nûnertiya HDP’ê yên Hewlêrê Mûzeyyen Gûneş û Abid Îke pêk hat,  4 rojin li Bajarên Hewlêr û Silêmanî yên Herêma Kurdistana Federe, bi serokkomarê Iraqê, partiyên siyasî û rewşenbîran re hevdîtin kirin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî derbarê serdana xwe ya Başûrê Kurdistanê û encamên hevdîtinê yên derketin holê de ji Ajansa ROJnewsê re axivî. 
 
Temellî diyar kir ku ew yekemîn care tê Başûr û serdana xwe weke ezmûnek girîng nirxand. Temellî, da zanîn ku ew bawer dikin ku serdana wan di warê siyasî de xwedî girîngiyek mezine û wiha axivî: "Ji ber hilbijartina birêz Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Seroka Parlementoyê Rêwas Faîq me pîrozbahî li wan kir. Dema em li pêşketinên siyasî yên li Tirkiye û herêmê pêktên dinêrin, ev hevdîtin ji bo pêvajoya  pêş me xwedî giringiyeke mezine. Ji ber vê girîngî didim vê serdanê. Me di hevdîtinê de berê her tiştî rewşa heyî nirxand. Hem gelên Tirkiyê hem jî hemû gelên herêmê hesreta aşitiyêne. Dixwazin aştî êdî pêk were. Ji ber vê jî gava herî zerûr a divê bê avêtin jî çareseriya demokratîk e, çareseriya pirsgirêka Kurd e. Dema em dibêjin, çareseriya pirsigrêka Kurd tenê çareseriyeke li Tirkiyê têrê nake, divê ev pirsgirêk di coxrafyaya Rojhilata Navîn de were destgirtin, divê hemû aktorên siyasî mûdaxilê vê meseleyê bibin û bikarin tevkariyek jêre çêbikin, bibin parçeyek ji çareseriyê. Em dema weke HDP li Tirkiyê têkoşîna demokrasî û aşitiyê bilind dikin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî hilbijêrkan peyda dikin. Em dizanin ku pirsgirêka Kurd ji pirsgirêka demokrasiyê qut nîne. Helbet ev mesele tenê di nava sînorên Tirkiyê de na, ji ber derveyî Tirkiyê jî bandor dike, me di hevdîtinên xwede bi awayeke zelal behs kir. Girînge ku têkoşîna demokrasî û aşitiyê yekpare bê dayîn."
 
'NEBÛNA YEKITIYÊ  ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD ASTENG DIKE'
 
Temellî, dest nîşan kir ku rêya çareseriya pirsgirêka Kurd di yekîtiya netewî ya Kurd re derbas dibe û wiha got: "Di hevdîtinan de mijarên hatin destgirtin pirsgirêka yekîtiya netewî ya Kurd bû. Yanî êdî dem hatiye ku Kurd li hember hev hestiyar tevbigerin û hesasiyetên hev berçav bigirin. Her wiha dema wêye ku siyaseteke bihev re tevbigerin biafirînin. Gavên ku di vê mijarê de ne hatine avêtin, xemsariyên çêbûne, bixwazî nexwazî çareseriya pirsgirêkê zehmet dike. Her wiha mexdûriyetên pir mezin çêdike. Gelê Kurd mexdûr dibe, mexdûriyeteke jêdera xwe ji şer digire, ji xêzaniyê digire heye. Ji bo ev rewş bi dawî bibe, divê li dijî şer îradeyek bê nîşandan û îradeya bihevre jiyankirinê deynin holê.”
 
 
'ÇAVÊ HER KESÎ LI ÇARESERIYÊ YE'
 
Temellî, da xuya kirin ku bendewariya hemû gelên Mazlûm ji Kurdan heye û wiha pêde çû: “Gelên herêmê jî çavê wan li çareseriya ku Kurd pêşbixine ye. Bendewariya hemû gelên mazlum ji Kurdan heye. Her çareserî dereng dikeve, gelên din jî mexdûr dibin. Pêwîstî bi çareseriyeke yekpare heye. Ji ber demokratîkbûna Tirkiye, wê herêmê jî bixwere demokratîze bike. Eger em aşitiyê li Tirkiyê pêkbînin, wê aşitî were herêmê jî. Tirkiye welateke bihêze, lê welateke hêza xwe baş bikarnayêne. Tirkiye welatekî girînge, lê ne di ferqa vê girîngiya xwe de ye. Çavkaniyên xwe timî şaş bikartîne. Di polîtîkaya derve de siyaseteke bê îtîbar esas digire, di siyaseta  navxweyî de jî aşitiya civakî tine hesap dike. Ev ne tenê li Tirkiyê rejîmeke otorîter, zextê, şîdetê û şer geş dike, di heman demê de li herêmê jî bêîstîqrariyeke mezin çêdike û hêviyên aşitiyê kor dike. helbet ev rewşeke çavkaniya xwe ji îxtîdarê digire. Em xwedî fikrê rêya sêyemînin ku dibêjin, demokrasî hilbijêrkeke. Em siyaseta vêya pêşdixin. Siyaseteke demokratîk, destûreke bingehîn a demokratîk û mûzakereyên demokratîk û siyaseteke çareseriya pirsgirêka Kurd li pêş dibîne, em bi biryardarî didomînin. Dubare dixwazim destnîşan bikim ku ev pirsgirêk ji ber Tirkiyeyê jî derbas dike, pêwîstî bi siyaseteke hevpar a bihevre heye.”
 
'JI BO AŞTIYÊ DIVÊ PÊŞNIYARÊN OCALAN BÊN ESAS GIRTIN'
 
Temellî di dewama axaftina xwede îşaret bi rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di aşitiyê de kir û wiha dirêjî biaxaftina xwe da: “Divê em xwedî li prensîba li Tirkiyeyê aşitî li herêmê aşitiyê derkevin. Kurd li Iraq, Tirkiye, Sûriye û Îranê hene. Kurd jî li van çar welatan kirdeyeke sereke ya siyasî, polîtîk û civakî ye. Eger ev kirde neyê dîtin û bi Kurdan re aşitî neyê kirin, wê ti pirsgirêk çareser nebin. Çi pirsgirêka jin dibe,çi pirsgirêka kedê û jîngehê jî dibe, heya meseleya sereke ya Kurd neyê çareserkirin ne gengaze ku pirsgirêk bê çareserkirin. Li kîjan welatî Kurd hebe, divê çareserî jî bê pêşxistin. Her welatek yanjî herêmek hinek hesasiyetên wan yên li beramber hev hene, em vêya baş fêm dikin. Lê ev nayê wê wateyê ku çareseriya wê nîne. Dikare hemû rengên herêmê bê esasgirtin û çareserî bêpêşxistin. Em dikarin vêya biserbixin. Ji ber vê li Tirkiyê demokratîkbûn xwedî girîngiyeke mezine. Eger li Tirkiyê demokratîkbûn pêk were, eger ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên samîmî bên avêtin, eger di vê mijarê de bi taybet nêrînên Ocalan bên berçav girtin ku ezmûneke pir girîng a di navbera sala 2013-1015’an de heye, eger hinek pêşketin di vê çarçoveyê de pêk werin, wê bandoreke gelek pozîtîv li herêmê jî bike.”
 
 
BANGA KONGREYÊ PÊWÎSTIYEK LEZGÎNE
 
Temellî dazanîn ku rêveberiya Başûr erênî nêzî fikrên wan ên ji bo yekîtiyê û çareseriyê bûne û wiha bilêv kir: “Pirsgirêka ku em jêre dibêjin, pirsgirêka Kurd ya rastîn ne pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka feraseta ku mafên Kurdan tune dihesibîneye. Wê demê divê ev bê çareserkirin û li dijî vê ferasetê pêwîstî bi têkoşîneke pir alî heye. Mijara yekîtiya netewî çima evqas girînge di vir de veşartiye. Banga kongreyekî pêwîstiyeke lezgîne û bendewariyeke. Ev mijar gelekî girînge û pêwîstî bi gavên lezgîn heye. Divê diyalogên du alî bên pêşxistin. Herkes divê ji aliyê xwe ve însiyatîf bigire û gav biavêje. Helbet Başûr di vê mijarê de navendeke girîng e. Me hevdîtin bi rayedarên vir re kir û van fikrên xwe bi wan re parve kir. Ew jî van fikrên me erênî dîtin û baş nêz bûn. Min dît ku daxwaza wan a di vê mijarê de biberpirsyar tevbigerin heye. Hêviya min niha zêdetire. Bawer dikim ku ev nîqaş û gotûbêjane wê di demeke herî kurt de bi awayeke tendûrist pêk werin. Me bangawazî û daxwaz kir ji bo gav avêtinê, ew jî bersiveke erênî dan vê banga me. Helbet em çareseriyeke demokratÎk dixwazin. Ji ber niha herkes ji şer zirerê dibîne û mexdûr dibe. Helbet helwesta keyfî ya desthilata Tirkiyê nayê qebûl kirin. Em li Tirkiyê mexdûriyetên mezin dijîn. Li Tirkiyê bêîstîqrariyeke mezin heye. Bêîstîqrariya aborî, polîtîk û hejariyeke mezin li Tirkiyê tê jiyîn. Ev mijarene tev dikarin di çarçoveya demokrasiyê de bên çareserkirin.  Ji ber vê banga min a ji bo hemû siyasetmedaran di vê çarçoveyê de ye. Eger em siyasetê dikin, em diber afirandina çareseriyên demokratîk de berpirsyarin. Ji bo ev bikeve meriyetê divê em tevbigerin. Bangawaziya me di vî alî de bûn û me bersivên erênî girt. Hêvî dikim ku ji vêya şûnve herkes berpirsyariyên dikeve ser şanê wan pêkbîne."
 
 
'JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD HIN BI HÊVÎTIR BÛM'
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî weke encam jî, ev tişt gotin: "Ji bo pêşketina çareseriyeke demokratîk niha bihêvîtirim. Divê hevdîtin û diyalog bên pêşxistin. Weke encama hevdîtina dikarim bêjim ku ji bo çareseriya demokratîk û aşitiyane niha bihêvîtirim. Ev girînge. Ji bo pirsgirêkên hevpar, çareseriyên hevpar dikare bê afirandin. Hatina vê astê ango xalê ji bo Tirkiye û herêmê jî dikarim weke pêşketineke girîng dest bigirim. Di navbera dewletan de, navbera aliyên siyasî, di navbera civakan de û navbera aliyên siyasî de pêwîstî bi hîn zêdetir diyalog û temasê heye. Bi taybet dixwazim vê yekê bêjim, bi nêrîna li encaman em nikarin çareseriyê biafirînin. Divê em li sedeman binêrin. Sedema herî mezin jî pirsgirêka Kurd e. Divê em li pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokrasiyê binêrin û di nava hewldana em dikarin çawa pirsgirêkê çareser bikin de bin.”

Sernavên din

10:08 Ji bo biçe ziyareta girtî 1600 TL heqê rê dide
09:02 Serokê ÎHD'a Edene: Bi hezaran kes ji ber fikrên xwe girtî ne
09:01 Qilêkerê Gêlê: Ez bimirim, pîşeya min jî wê bimire
09:01 Malbatên 395 kesên ku polîsan ew kuştine wê biçin pêş AKP'ê
09:01 Girtiyê nexweş terkî mirinê kirine
09:01 Çotkarên pembû: Êdî em nikarin pembû biçînin
09:00 Qeydên kursên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê kir
09:00 Rojnamegeran ji bo Ataman bang kirin: Em bibin dengê Ziya
09:00 ROJEVA 23'Ê ÎLONA 2019'AN
07:46 Li Cizîrê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek vekirin
22/09/2019
17:46 DTSO ji bo bermahiyên Zerevanê ronî bikin wê dest bi xebatan bikin
16:44 Jin li ser zimanê aştiyê axivin
16:31 Jinek din rastî êrîşa hevjînê xwe hat
16:00 ‘Cihê çareseriyê Îmralî ye’
15:35 Nobeta Demokrasiyê li Amedê di roja 35’an de berdewam kir
15:24 Sûriyeyiyên Seyhanê: Êrîş bi plan e ewlehiya me tune ye
15:18 Ji bo bajarên bêtirimpêl bisiqlet ajotin
14:34 Parêzerên Yulsekdag: Dest bi pêvajoya komployek nû kirin
14:26 35 rojin Nobeta Demokrasiyê digirin
14:07 Jinên Êzîdî: Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn
12:54 Bi nivîsên li ser dîwaran bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan
10:40 Doza rojnameger Ataman ê bi muebeta giran tê darizandin bi dawî dibe
10:11 Li Girtîgeha Turkoglu pêkanînên 12’ê Îlonê: Sirûda Îstîklalê ferzî girtiyan dikin
09:39 Ji ber ‘heqareta li Serokkomar kirinê’ 12 sal ceza birîn
09:12 Dêrsimî ji bo Mûnzûrê zend û bend badan
09:11 Mêrsînî santrala nukleerê naxwazin
09:10 ‘Rewşa Ergîn Aktaş di asta mirinê de ye'
09:06 Li qada kurdî êdî xêzekovareke bi kurdî jî heye: ZRÎNG
09:04 Gulum: Tu rewabûneke hikûmetê nemaye
09:02 'Eger dayik doza zarokên xwe dikin, navnîşan deriyê Qesrê û Erdogan e'
09:01 Hîn jî 'bûkok'an çê dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2019'AN
21/09/2019
23:59 Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter hatin dayîn
16:55 Dayikên xwendekarên Harbiye serî li ÎHD'ê dan
16:39 Ji BEKSAV'ê ji bo qurbaniyên Pirsûsê pêşangeh
16:28 Li Stewrê Kargeha Hunerê ya Zarokan dest pê kir
16:14 Di konferansa 'Lêgerîna Tirkiyeya Demokratik' de çareserî xwestin
16:10 Ji bo bîranîna Elçî qurnefîl danîn ber Minareya Çar Ling
16:09 Şaxa ÎHD'a Îzmirê aqûbeta Şeyhmus Eroglu pirsî
15:46 Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî: Bila Girtiyên Pençeşêra Prostatê Akay bi tenê nemîne
Keça Guler: Zerara bavê min ê 80 salî digêje kê?
15:35 Jinan bertek nîşanî sempozyûma OG-DER'ê da
15:35 Koramaz: Wê gel tu carî darbeyên we efû neke
15:25 ÎHD’ê rapora Seyhanê aşkere kir: Divê can û malê Sûriyeyiyan bên parastin
15:10 Turkdogan bang li darazê kir: Demildest dest ji vê xeletiyê berdin
14:55 Ciwanên li Nobeta Demokrasiyê: Dixwazin têkçûna xwe biveşêrin
14:49 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Polîtîkayên qedexekar girêdayî hişmendiya qeyûm e
14:44 Bertek nîşanî biryara Demîrtaş û Yuksekdag dan: Emê paşve gav ne avêjin
14:33 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
14:21 Malbatên harbiyeyî yên li pêşiya AKP'ê dîsa hat astengkirin
14:14 Nobeta Demokrasiyê li Qoserê dewam kir: Emê serî netewînin