Ji avakarên AKP'ê Bostan: Îstifa û îxrackirin ji bo partiyê şerê man û nemanê ne

  • rojane
  • 09:20 11 Îlon 2019
  • |
img

STENBOL – Ji avakarên AKP'ê Fatma Bostan Unsal, bilêv kir ku Erdogan jî di nav de gelek AKP'iyên din, ji ber îstifayên di nav partiyê de nerihet in û wiha got: "Ev ji bo partiyê şerê man û nemanê ye."  

Her diçe hejmara kesên ji AKP'ê îstifa dikin zêde dibin. Herî dawî piştî serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû jî di nav de 4 kesên ji bo îxrackirinê sewqî dîsîplînê hatin kirin û îstifaya wezîrê berê Alî Babacan, pirsgirêkên navxweyî yên AKP'ê mezintir kirin. Ji avakarên AKP'ê Fatma Bostan Unsal, bilêv kir tiştên diqewimin ji bo partiyê şerê man û nemanê ye. 
 
‘GELEK KES BÊZAR IN' 
 
Bostan Unsal, destnîşan kir ku di demên dawî de hejmara kesên ji AKP'ê îstifa dikin zêde dibin û got, serokê partiyê jî di nav de gelek partiyî ji ber van îstifa û îxrackirinan nerihet in. Bostan Unsal, bi bîr xist ku berê jî hin kes ji AKP'ê veqetiay bûn û got: "Lê belê yên niha ji AKP'ê îstifa dikin û tên îxrackirin, ne wekî îxrackirinên munferît û îstifayên din in. Ev ji bo partiyê şerê man û nemanê ye." 
 
Bostan Unsal, bilêv kir ku rewşa niha ji îstifa û îxrackirinên bêtir bala civakê dikişîne û got, sedema vê jî polîtîkayên ku di demên dawî de AKP dişopîne. Bostan Unsal, diyar kir ku du sal in siyasetmedarên AKP'î û hilbijêr ji polîtîkayên AKP'ê nerazî ne û got: "Hem siyasetmedar hem jî hilbijêr ji ber welat ji dewletek hiqûqê dûr dikeve û ji ber krîza aborî ya ji ber polîtîkayên çewt rû daye qet enrihet in. AKP, di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de baş bi ser ket, lê belê piştî vê hilbijartinê Serokê Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ji serokatiya partiyê û serokweîrtiyê hat girtin. Ev yek teşkîlata partiyê ji bin ve hejandibû. Her wiha piştî vê gelek şaredarên bajarê mezin ji peywirê hatin girtin. Ev yek jî teşkîlata partiyê hejandibû." 
 
Unsal, diyar kir ku piştî helwdana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, ji ber polîtîkayên AKP'ê hejmara hilbijêran kêm bûye û got: "Piştî hewldana darbeyê Rewşa Awarte hat îlankirin, KHK hat derxistin, Tirkiye veguherî girtîgeheke vekirî. Ev yek bi xwe re gelek pirsgirêk anîn. Beriya hilbijartina 31'ê Adarê aşkere bûbû ku wê hêza AKP'ê kêm bibe. Loma ev îxrac û îstifa ne munferît in. Wê ev di AKP'ê de bie sedema hin şikestinan. Mirov tam nizane dê ev rewş AKP'ê ber bi ku ve bibe. Lê belê tişta dixuyê ku AKP gihaştiye sînorên xwe yên xwezayî." 
 
‘WÊ AKP'Ê BIHEJÎNE' 
 
Unsal, bilêv kir ku di çar salên dawî de di nav AKP'ê de gelek kes li pişt deriyan îktîdarê rexne dikin, lê belê cara ewil e ku hin rexne bia wayekî aşkere tên kirin. Unsal, got: "Wisa xuyaye wê ev qewimîn AKp'ê pir bihejîne. Îktîdara AKP'ê ku êdî bi faîzên mezin pereyên bi desyn bi dets dixe, mebûr e demokratîk bibe. Ji bo vê jî hewl dide hin tiştan bike: stratejiya reforma darazê, biryarên binpêkirinê yên derbarê akademîsyenan de ku Dadgeha Qanûna Bingehîn dide..." 
 
TAYÎNKIRINA QEYÛMAN 
 
Unsal, tayînkirina qeyûman jî nirxand û destnîşan kir ku îktîdara AKP'ê bi awayekî aşkere li rojavayêw elat pergalekê û li bajarên kurda pergalekê pêk tîne. Unsal, bal kişand ser nakokiyên di warê îdarî û hiqûqî de û got: "Divê bê gotin, berkesê vê nayê qebûlkirin. Di vî warî de di serî de partiya muxalefetê ya sereke û big iştî hemû partiyên muxalif û hilbijêr divê îtiraza xwe ya ji bo vîna xwe nîşan bidin. Helbet di hilbijartina Stenbolê de desteke HDP'ê pir girîng e."
 
MA / Ferhat Çelik
 

Sernavên din

17/09/2019
23:03 Encamên Pêşbirka Xelatdayînê ya Rojnamegeriyê ya Musa Anter diyar bûn
17:18 Birayê wekilê AKP’ê Enver Yildiz 50 kes dan pişt xwe û li edliyê teslîm bû
16:38 Şêwirmendê parlamenterê HDP'ê binçav kirin
16:18 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li bersûcê 50 xwendekaran birî
16:08 Tan: Qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e
15:42 10 meh cezayê girtîgehê dan Hevşareda Sûrê
14:57 Parlamenterek din ji AKP'ê îstifa kir
14:32 Hatîmogullari bang li dayikan kir: Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek
14:22 Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir
14:22 'Bi têkoşîna jinê pêkane ku penabertî bi dawî bibe'
14:06 Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû girtin
13:59 Di teqîna Pasûrê de ‘dosya veşartiye’, ‘sûcdarî tuneye’, 5 girtî hene
13:49 HDP: Bûyera Pasûr berdewama darbeya siyasî ye
12:48 HDP di 3'ê mijdarê de li Stenbolê diçe kongreyê
12:47 Biryar hat dayîn ku Parêzer Eren Keskîn û Oya Aslan bi zorê bibin dadgehê
12:17 Hevşaredara Qereyazî Melîke Goksu hat binçavkirin
12:17 Polîsan 3 dayikên laçik spî li ber AKP’ê binçav kirin
11:44 Cenazeyê jina tê angaştkirin întîxar kiriye veşartin
11:41 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
11:38 Dayikên laçik spî li ber AKP’ê dest bi çalakiyê kirin
11:20 Mehmet Ocalan: Navê cezayê 3 mehan tecrîde
11:20 Rawest: Rêjeya kesên ku kurdî dinivisînin û dixwînin tenê ji sedî 18 ye
11:07 Danişîna rojnameger Polat hat taloqkirin
11:06 Bi çavên hêsir li veguheztina gora dayika xwe temaşe kir
10:32 Li gel raporan jî girtiyên nexweş avêtine hucreyan
10:15 Kaniya ermenan 200 sale diherike
09:32 Polîs li Mêrdînê dixwazin ku malbat biçin ber HDP’ê
09:06 Kûrtûlan: Her kes doza yekîtiya neteweyî dike
09:05 Taşdemîr: Êrîşên li ser hevserokatiyê îdeolojîk in
09:05 Ji ber daketin kuçeyan 11 hezar û 520 lîre ceza li wan hat birîn!
09:04 Li Stenbolê koma xwendinê ya kurdî ava kirin
09:03 Piştî plak guhdar kirin eleqeya wî ya kevnaran pêş ket
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2019'AN
08:40 Qeyûm tayînî Şaredariya Pasûrê kirin
16/09/2019
21:33 Hevşaredarên Pasûrê hatin girtin
20:53 Girtiyê nexweş Mûstafa Aykol hat veşartin
18:31 Hevşaredara Pasûrê Ay hat binçavkirin
17:04 Li Gêlê mirina bi guman a jinekê
16:57 Parêzerên Leyla Guven derbarê 28 kesan de gilî kirin
16:47 Mizrakli: Wê zilma we bi encam nebe
16:23 Xebatkarên medya havuzê li ber HDP’ê pevçûn!
15:56 TJA'yê li Bazara Jinan kampanya vegotin
15:50 Hevşaredara Pasûrê bersiv da îdiayan: Xebata rê di çavdêriya esker û polîsan de tê kirin
15:11 Komîsyona Mafê Perwerdeyê ya ÎHD'ê: Bila perwerdeya wekhev û bêpere bê dabînkirin
15:07 ‘Ji ber ew kurd e îşkence lê tê kirin’
15:07 Bulbul ji Suleyman Soylu re got: Biçe li Qendilê çalakiya rûniştinê li dar bixe
14:29 Malbatên xwendekarên girtî li ber avahiya AKP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
14:13 Taşçier: Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, demokrasî pêş nakeve
13:32 Li Pasûrê hejmara binçavkiriyan derket 4 kesan
13:22 Girtiyê nexweş Mustafa Akyol jiyana xwe ji dest da