ENQERE – Doza ku Semîh Ozakça û Nuriye Gulmen dihatin darizandin, 5'emîn rûniştina dozê hat dîtin. Dozger xwest Gulmen bi şertê kontrola edlî serbest bê berdan. Lê dadgehê der barê Gulmen de biryara dewama girtinê da.
Danişîna 5’emîn a doza Nûriye Gulmen, Semîh Ozakça û çalakgerê çalakiya “Em karê xwe dixwazin” Acûn Karadag li Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn pêk hat. Di danişîna ku li eywana Kampusa Girtîgeha Sîncanê de pêk hat, dozger xwest Gulmen bê tehliyeyê kirin, lê belê heyeta dadgehê daxwaza dozger red kir.