STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, ji doza têkildarî rojnameya Starê beraet kir.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha tîpa F a Edîrneyê girtî tê darizandin, ji doza Rojnameya Starê beraet kir. Demîrtaş ji ber di Tebaxa 2015'an de der barê rojnameya Starê de axivî bû doz lê hatibû vekirin. Rûniştina dozê li 34'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Anadolu ya Stenbolê hat dîtin. Demirtaş tev li rûniştina dozê nebû. Li şûna Demîrtaş, parêzerên wî amade bûn. Parêzerê Rojnameya Starê xwest Demirtaş bê cezaktirin. Parêzerê Demîrtaş, Prz. Bahri Belen jî diar kir ku Demirtaş hevserokê Giştî yê HDP'ê û wekîl e û li gorî xala 83/1'an destnedayîna wî ya kursiyê heye. Prz. Veysi Eski jî anî ziman ku Star ne tenê Demirtaş hemû kesên muxalif kiriye hedef.
Heyeta dadgehê jî diyar kir ku li gorî xala 10'an a PMME'yê ya azadiya raman û îfadeyê û der barê Demîrtaş de biryara beraetê da
Dadger biryar da ku hezar û 980 TL heqê wekaletnameya Demîrtaş jî ji xezîneyê bê dayîn.