AMED - Şaxa ÎMO ya Amedê, têkildarî rewşa Mînareya Çar Ling de daxuyanî da û diyar kir ku divê mînare bê nûkirin. ÎMO, destnîşan kir ku ger mînare neyê nûkirin di bin talûkeya xerakirinê de ye.
Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Amedê, têkildarî rewşa Mînareya Çar Ling a 500 salî de daxuyanî da. Odeyê diyar kir ku minareyê di şerê Sûrê de zerar dîtiye di sala 1500'an de hatiye avakirin û wiha got: "Mizgefta Kasim Padişah (Şeyh Mutahar Camii), heta niha bêyî parastinê li ser piyan maye. Mînare bi kevirên bazaltê hatiye avakirin û nêzî 23 metre ye. Li ser çar lingên grover yê 2,5 metre yên stûnî hatiye avakirin. Mînare ji 5 beşan hatiye avakirin.
Li gorî lêkolîna di cih de hatiye kirin, bi qasî di wêneyan de hatiye dîtin, lewheya metal a di sala 2012'an de ji bo mînare neşemite û zerar nebîne hatibû pêçan, ji cihê xwe qetiya ye. Ji ber lewha hatiye qetandin, mînare ji cihê xwe leqiya ye. Dîsa di kevirên mînareyê de derz çêbûne. Ger ku mînare neyê nûkurin dê zerarek mezin bibîne. Mînareya di nava Sûrê de cih digire û 2 salin ji ber qedexeyan restoreya wê nayê kirin, ger ku neyê kirin dibe ku xera bibe û bi talûkeya xerabûnê re rû bi rû ye. Em wekî ÎMO dixwazin mînareya Çar Ling a di nava mîrateyên me yên çandî de cih digirin demek berî demekê bê nûkirin."