ŞIRNEX – Rûken Cansir a 8 salî ku li Cizîrê maşîneya zirxî lê qelibî bû û birîndar bûbû ji nexweşxaneyê hat derxistin.
Di 22’ê mijdarê de li taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê maşîneya zirxî li Rûken Cansiri ya 8 salî qelibî û ew bi giran birîndar kiribû. Cansiri dema dixwest ji malê biçe cem xwişka xwe ya nan li tenûrê dida, maşîne lê qelibî û wê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û rojek di beşa venêriya zêde de mabû. Cansiri piştî beşa venêrtina zêde 3 roj jî li Beşa Cerahiya Zarokan di bin çavdêriyê de hat hiştin. Cansiri îro ji nexweşxaneyê hat derxistin. Hat zanîn ku şopên birîndariyê di serî û rûyên Cansiri de hêj hene.
Hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê têklidarî bûyerê lêpirsîn dest pê kiriye û îfadeyên polîsên maşîne qelibindine û yên malbata Cansiri girtiye.
Li aliyê din Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Wekîla HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî Cansiri ziyaret kirin û der barê rewşa tenduristiya wê de agahî girtin.