ENQERE – Siyasetmedarê kurd Seydî Firat îro serê sibê li Enqereyê hat binçavkirin.
Polîsan vê sibê li Enqereyê bi ser gelek malên siyasetmedarên kurd de girt û gelek siyasetmedaran binçav kir. Di nav ên binçavkirî de Endamê Koma Aştiyê ya Yekemîn a ku li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 1999’an de hat Tirkiyeyê Seydî Firat jî heye.
Hat zanîn ku li gel Firat 10 kes hatine binçavkirin. Hin kesên hatin binçavkirin navê wan ev in: Seydî Firat, Medenî Karadag, Sadik Yildiz, Sînan Çîftçî, Nezîr Karaman, Fatma Kinali, Hande Kaya û Celal Demîr.