AMED – Hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî di 2'yemîn salvegera qetilkirina hevjînê xwe de axivî û ev peyam da: "Xwedêyo! Dar qutnekirana dê çûkan ji vir koç nekira. Di Mijdaran de çûkan bajar terikand."
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28'ê Mijdara 2015'an de, ji bo balê bikişîne ser êrîşa polîsan a li dijî Mînareya Çar Ling a li navçeya Sûrê ya Amedê, daxuyanî dabû çapemeniyê. Li cihê daxuyaniyê Elçî di êrîşekî de jiyana xwe ji dest dabû. 2 sal bi ser qetilkirina Elçî re derbas bû. Baroyê bi çalakiyeke bîranînê Elçî bi bîr anî. Hevjîna Elçî Turkan Elçî li ser hesabê xwe yê Twetterê wêneyek parve kir. Elçî li ser wêneyê hevjînê xwe ku kevok jî difirîn, ev peyam parve kir: "Xwedêyo! Dar qutnekirana dê çûkan ji vir koç nekira. Di Mijdaran de çûkan bajar terikand."