DENÎZLÎ - Li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê, 20 girtiyên 22 rojin di greva birçîbûnê de, 167 rojin di hucreyên yek kesî de tên girtin. Girtiyan tiştên dijîn ji parêzerên xwe re vegotin. Parêzeran, diyar kir ku yek ji girtiyan Orhan Onay, ji ber gore ji piyên xwe dernexist hat cezakirin.
Li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê 20 girtiyên ji ber ku hêjmara li ser piyan qebûl nekirin, 167 rojin di hucreyên yek kesî de tên girtin. Koma yekem ku ji 10 girtiyan pêk tê, ji ber ku di hucreyan tên girtin 22 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dene. Greva koma duyemîn jî di roja 15’an de dom kir.
Girtî Seyfettîn Gunbey, bi riya parêzerê xwe parve kir. Gunbey, di 24 saetan de, bi tena serê xwe tê girtin. Tenê saetekê wan derdixin baxçeyê. Gunbey wiha got: “Ji ber ku hucre tenge, pirsgirêkên di çavên girtiyan de derdikevin holê. Ji meha Tebaxê û vir ve tu girtî nehatine gel hev. Tenê ji bo dermanan binivîsînin girtiyan dişînin revîre, di çûyîn û hatina revîrê de jî pirsgirêkan dijîn.”
'NEHEQIYÊ LI MALBATAN DIKIN'
Parêzeran, diyar kirin ku Abdurrahîm Akakle ku di greva birçîbûnê deye, nêzî 6 mehane di hucreya yek kesî de tê girtin û wiha bilêv kirin: “Di pêvajoya greva birçîbûnê de xêw, lîmon, şekir û dew nedane girtiyan û hîna jî vîtamîna B-12 girtiyan negirtin e. Kontrola bijîşkan jî bi rêk û pêk nayê kirin. Rayedarên girtîgehê malbatên diçin hevdîtina zarokên xwe kêm dixin û helwestên biçûk xistinê nîşan didin.”
JI BER GORE JI PIYÊ XWE DERNEXIST CEZA KIRIN
Parêzeran, dan zanîn ku ligel girtiyên di greva birçîbûnê de refaqetvan tune ne û wiha domandin: “Girtiyê binavê Orhan Onay ligel nexweşînên wî yên hestî helandin û troîd hene jî di greva birçîbûnê deye. Di Onay da sergêjû û dilxelandinê destpêkiriye. Gava girtî di grava birçîbûnê de bûn, bi hinceta ‘Em amûrên sûc digirin’ ji girtiyan xwestin gureyên xwe ji piyên xwe bixin û heqaret li wan kirin. Ji ber ku girtiyan gureyên xwe ji piyên xwe dernexistin, rastî cezayê disîplînê hatin. Di heman demê ji ber ku saeta destê xwe nexistin jî hatin cezakirin.”
Parêzeran destnîşan kirin ku tim gevan li girtiyan dixwin û wiha gotin: “Em bi dem serê girtiyê binavê Mahmû Bagriyanik gêj dibe û her ku diçe rewşa girtiyan ne baş dibe.” Parêzeran bal kişandin ser daxwazên girtiyan û wiha bi dawî kirin: “Ji odeyên yek kesî derbasî pergala qawîşan bûyîn, hemû girtiyên siyasî gel hev bên girtin, daxwaznameyên tên nivîsîn ji saziyên berpirsiyar re bên şandin, mafê wan ê hewadar kirin û çalakiyên bên dayîn e.”