ŞENGAL – Tora bi telefona nûmaraya Tirkiye li malbata êzîdî ya DAIŞ'ê keça wan a 6 salî revandin geriyan, ji bo taqasê 60 hezar dolar ji malbatê xwestin. Dayik Necat Bapîr, diyar kir ku YBŞ'ê heta niha tevî 3 zarokên xwe bi taqasê 50 malbat ji destê DAIŞ'ê azad kirin û wiha got: "Lê keça min hêj di destê wan de ye."
DAIŞ’ê di 3'ê tebaxa 2014'an de li ser gelê Êzîdî fermana 73’an pêk anî. 3 sal di ser fermanê re derbas bûn. DAIŞ'ê bi hetaran mirovên êzîdî li Şengalê dîl girtin û gelek ji wan qetil kirin. Rizgarkirina welatiyen êzîdî yên ji destê DAIŞ'ê berdewam dike. Welatiyê Êzidî yê keça wî di destê DAIŞ'ê de ye, der barê tora şebekeya ku êzîdî dîl girtine û li ser wan bazirganiyê dike de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
Ajansa me MA, berê jî bi nûçeya "Polîsê Iraqî zaroke êzîdî bi 20 hezar dolaran firot" tora şebekeyê deşîfre kiribû. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, endamên tora Şebekeyê vê carê xwestin zaroka êzîdî ya 6 salî Fatma Hesen a li Dêra Zorê ji aliyê DAIŞ'ê ve dîl girtine ji bo bifiroşin malbatê 60 hezar dolar ji malbatê xwestine. Malbatê diyar kir ku kesên di tora şebekeyê de bi nûmara telefona ji Tirkiye li wan geriya ne.
TEVÎ 4 ZAROKÊN XWE DÎL HAT GIRTIN
Dayika 35 sali Necat Bapîr diyarkir ku ew jî 9 meh berê ji destê DAIŞ'ê hat azadkirin û wiha got: "Ez tevî 4 zarokên xwe di serdema fermanê de dîl hatim girtin. Dema ez ji gundê Domizê dîl hatim girtin ez birim Mûsilê. Piştî demekê em birin Bajarê Reqqa yê Sûriyeyê."
KEÇEK MIN BIRIN
Bapîr, destnîşan kir ku li Reqqa nêzî 600 malbat di zindana zikê erdê de dihatin girtin û wiha got: "Em nêzî salekê li vir hatin girtin. DAIŞ'ê di nava salekê de bê navber hatin ciwan û jin ji nava me neqandin û birin. 3 zarokên min û 50 malbat bi taqasa emîrekî DAIŞ ji aliyê YBŞ'ê ve hat rizgarkirin. Lê DAIŞ'ê keça min a 6 salî ji min qetandin u birin. Ji wê rojê heta niha ez agahiyê ji keça xwe nagirim."
KEÇ Û ZAROKÊN ME DI DESTÊ WAN DE YE'
Bapîr, destnîşan kir ku tevî keça wê hêj 14 xizmên wê di destê DAIŞ'ê dene û wiha got: "DAIŞ'ê êşên mezin bi me kişandin. Di nava 3 salan de me êşên gelek mezin jiyîn. Ferman anîn serê gelê êzîdî. Em dîl girtin û firotin. Hêj jin û zarokên me di destê wan de ne."
EM FÊR BÛN KU DIJÎN
Bapîr, destnîşan kir ku çend hefte berê fêr bûn ku keça wan dijî û wiha got: "Piştî kesên şebekeyê bi nûmara telefona ji Tirkiye li me geriyam em fêr bûn. Kesê li me geriya diyar kir ku bi kurdî dizane. Me digot keça me hatiye kuştin. Lê li me geriyan û diyar kirin ku keça me dijî. Gotin 'Keça we li Sûriye di destê me de ye. Ger hûn dixwazin xelas bikin em dê çend roj dîsa li we bigerin' û agahî dan me."
JI BO KEÇA ÊZÎDÎ 60 HEZAR DOLAR XWESTIN
Bapîr, destnîşan kir ku heman tora şebekeyê 3-4 roj berê dîsa li wan geriya û wiha bi dawî kir: "Vê care bi telefona ku raqama wê ya Tirkiye bû li me geriyan. Ez bi tu kesan re axivîm. Yek bi erebî û yek jî bi kurdî bi min re axivî. Dema min got 'Keç min li ku ye' wan jî got 'Keça te li Dêra zorê ye' Gotin 'Ji bo tu wê bistîne divê tu 6 defter (60 hezar dolar) pere bide. Me got em nikarin ve yekê bidin. Lê wan jî got hûn vî pereyî nedin em keça we nadin we. "
MA / Nazım Daştan