ENQERE – Dozger ji bo Nuriye Gulmen daxwaza berdanê kir. Danişîn bi parastina Gulmen dewam dike.
Danişîna doza 5’emîn a di der barê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn a Enqereyê dest pê kir. Danişîn li salona Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Beriya danişînê gelek kes hat ber girtîgehê. Semîh Ozakça û çalakvanê Kolana Yukselê Acun Karadag jî beşdarî dozê bûn. Ozakça bi alîkariya dayika xwe Sultan û ji Odeya Bijîşkan a Enqereyê bi sandelyeya tekerlîk anîn dozê.
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û Aysun Gezen, Serokê Giştî yê ODP’ê Alper Taş, wekîlên CHP’ê Alî Haydar Hakverdî û Alî Şeker, nivîskar Temel Demîrer, sembola çalakiya Kolana Yukselê Velî Saçilik û çalakvan ku greva wê di roja 190’emîn de ye Esra Ozakça beşdarî dozê bûn.
Nuriye Gulmen ji Nexweşxnaeya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Numune bi riya SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû. Bi vebûna SEGBÎS’ê re li salonê deng bi çepikan ket. Qeyd û bêlgeyên li dosyeyê zêde kirine hatin xwendin. Her wiha nivîsa Nexweşxaneya Numune ya “Ji ber rewşa Gulmen nebaşe dê di dozê de ne amade be” hat xwendin.
Dozger mtalaaya xwe ya di celsa beriya niha de dubare kir û got ku delîlên di dosyeyê de bên komkirin tune ne û berdana Gulmen daxwaz kir.
Gulmen jî parastina xwe kir û wiha got: “Di danişîna beriya niha min daxwaz û hincetên berdana xwe vegotibû. Ez ê heman hincetan dubare neynim ziman. Ev du celseye girtin li ser şertê tenduristiya min bandorek neyînî dike. Hevdiîtina min a li gel parêzeran hat astengkirin. Ji bo ku dê delîl neyên reşkirin û gumana reva min nîne berdana xwe daxwaz dikim. Ez naxwazim hûn ji bo min qenciyê bikin. Ez daxwaz dikim ku hûn pêwîstiyên hiqûqê bi cih bînin.”
Danişîn dewam dike.