ŞIRNEX - Polîsan bi ser mala Hevserokê Meclisa Gel a Hezexê Husnu Babat de girt, ji ber ku Babat ne li mal bû hevjîna wî Antîke Babat binçav kirin.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê polîsan bi ser mala Hevserokê Meclisa Gel a Hezexê Husnu Babat de girt. Berî serdagirtinê dor li malê girtin û hat hînbûn ku Babat ne li mal bûye. Piştî lêgerîna di malê de hevjîna Babat Antîke Babat hat binçavkirin.
Li gorî agahiyan Babat birine Miduryeta Polîsan a Hezexê. Sedema binçavkirina Babat nehat hînbûn.