BEDLÎS - Li 4 gund û 6 mezrayên navçeya Xîzanê qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li hin gund û mezrayên navçeya Xîzanê ya Bedlîsê qedexe hat îlankirin. Waliyê Bedlîsê der barê qedexeyê de daxuyanî da û aşkera kir ku li gundê Bercumê û mezrayên Alancik, Akyel û Doyumlu yên girêdayê gund, li gundê Karsûc û mezrayên Yamaç, Yolustu û Taskê yên girêdayê wê, li gundên Mezraî, Kernî Nizar û Gureceyê heta saet 00.01'an qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.