AMED – Polîs Ş.K. bi hinceta ku li Sûrê welatiyê bi navê Mehmet Şîrîn Çîftçî li kolanê kuşt bi cezayê muebetê yê girtîgehê dihat darizandin. Li gel ku vegotina şahidan heye jî dadgehê bi hinceta “têrnekirina şahidiyê” bersûc berat kir. Heman dadgehê bi hinceta “Li dijî polîsan derketiye” cezayê 9 meh û 10 rojan li birayê Çîftçî, Mehmet Can Çîftçî birî.
Di 29’ê tîrmeha 2011’an de li taxa Cemal Yilmaz a navçeya Sûrê ya Amedê li ser nîqaşa di navbera Furat Çîftçî û polîsan de polîsan gule berda û Mehmet Şîrîn Çîftçî (22) û ew kuştin. Di doza Çîftçî de biryar derket. 6 sal e doz li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Amedê dihat dîtin. Ji dozê polîsê bi navê Ş.K. bê girtin dihat darizandin û ji sûcê “Bizenebûn kuştin” cezayê muebetê jê re dihat xwestin. Birayê Çîftçî, Mehmet Can Çîftçî jî bi hinceta “Li dijî polîsan derketiye” dihat darizandin. Dadgehê li gel vegotina şahidan û raporên têkildarî kuştinê hebûn jî bi boneya delîlên teqez tune ne biryara beratê ji bo polîs da. Heman dadgehê bi boneya birayê Çîftçî, Mehmet Can Çîftçî “Li dijî polîsan derketiye” 9 meh û 10 roj cezayê girtîtgehê lê birî. Dadgehê bi hinceta dê Çîftçî ji nû ve sûc neke cezayê girtîgehê taloq kir.
ŞAHID: POLÎS JI NÊZ VE GULE BERÊ SERÎ WÎ DAN
Şahidên bûyerê ku xizmên Çîftçî ne diyar kirin ku polîs ji nêz ve gule berê serê Mehmet Şîrin Çîftçî daye. Li gel şahidiya xizm û raporên têkildarî kuştina Çîftçî jî dadgehê kuştina Çîftçî ku çawa pêk hatiye tespît nekir. Dadgeh şahidiyê û raporan ji nedîtî ve hat û biryar da ku polîs bê beratkirin.
PARÊZERAN LI DIJÎ BIRYARÊ ÎTÎRAZ KIR
Parêzerên endamên Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê kul i ser navê malbata Çîftçî dozê dişopandin diyar kirin ku li cihê bûyerê tenê polîsan çek bikar anîne û bi vegotina şahidan jî derdikeve holê. Parêzeran bi hinceta biryara dadgeha herêmî li dijî zagon û rêbazan e ji bo biryar bê xerakirin serî li Dadgeha Îstînafê dan.
MA / Denîz Tekîn