ENQERE – Di mudaxeleya çalakiya Kolana Yukselê de polîsan 6 çalakvanan binçav kir
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ji karê xwe hatin îxrackirin di roja 263’emîn de dewam kir. Çalakiya piştevanên Gulmen û Ozakça ya “Em karê xwe paş ve dixwazin” 383 roj li pey xwe hişt. Koma çalakvanan ku xwest li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê daxuyanî li dar bixe. Lê polîsan destûr neda û mudaxeleyî çalakiyê kir. Polîsan ji çalakvanan Îlker Işik, Perîhan Pulat, Nazan Bozkurt, Sîmge Aksam û kesek navê wî/wê nehat zanîn binçav kirin.