ENQERE - 8'emîn Kongreya Asayî ya EMEP'ê bi şiyara "Li dijî OHAL'ê têkoşîna hevpar" bi dawî bû, Selma Gurkan dîsa wekî seroka giştî hat hilbijartin.
Partiya Kedê (EMEP) bi dirûşma "Li dijî rêveberiya yek zilamî em ji bo aştî û demokrasiyê bibin yek" 8'emîn Kongreya Asayî pêk anîn, piştî axaftinên mêvan û delegeyan, rapora xebatan hat xwendin.
Piştî raporên xebat û maliyê hatin xwendin, rêveberiya navenda giştî hat hilbijartin û çûn hilbijartinê. Hilbijartina bi yek lîsteyî çûn de, Selma Gurkan dîsa wekî seroka giştî hat hilbijartin. Rojeva hilbijartinê ya kongreyê bi dawî bû, bi minasebeta 100'emîn salvegera Şoreşa Cotmehê, Ciwanên Kedê bi dirûşma "Sosyalîzim derbas nebûye, pêşeroj e" şahiyek li darxist. Di şahiyê de hunermend Haluk Tolga Îlhan û Ummuşen derketin ser dikê.
Di şahiyê de stran hatin gotin û dîlan hat gerandin.