EFRÎN – Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê li bakûrê Helebê 3 helîkopterên Rûsyayê xistin. Kuştî û birîndar jî hene.
Li gorî çavkaniyên leşkerî ku ji ANHA’yê re ragihandin, 3 helîkopterên Rûsyayê piştî ku li herêmê gerek pêk anîn û vedigeriyan baragehên xwe yên li herêma Efrînê bi çekên giran ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ku li gundê Til Nisêbîn ya bakûrê Helebê bi cih bûne ve hat xistin. Li gorî agahiyan, di encamê de hersê helîkopterên Rûsyayê bi çekên giran ên komên girêdayî Tirkiyeyê hatin xistin. Li gorî çavkaniyê, kuştî û birîndarên Rûs jî hene. Tê gotin ku di van helîkopteran de çend fermandarên payebilind ên Rûs jî hebûn.