AMED - Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Parlamentera Wanê û Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag de bi daxwaza cezakirina 5 salan doz vekir.
Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Parlamentera HDP’ê ya Wanê û Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a di 4’ê Mijdara 2016’an de hat girtin û niha girtî tê darizandin de doz vekir. Li gorî nûçeya JINNEWS'ê Serdozger, bi hinceta Yuksekdag dema di bin çavan de parastin kiriye li gorî xala 301’an a qanûna 5237'an a TCK’ê ‘neteweya tirk, dewleta komara tirk, saziya dewletê biçûk xistiye’ di 19’ê Çileyê 2017’an de fezleke amade kiribû. Serdozgeriyê piştî fezleke amede kir, ji Wezareta Dadê xwest ku destûra lêpirsînê bide. Piştî destûr hat dayîn, Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdîame temam kir û şand 12’emîn Dadgeha Cezaya Asliyê ya Amedê. Heyeta dadgehê jî îdîaname qebûl kir.
Yekemîn runiştina doza Fîgen Yuksekdag dê di 22’ê Adara 2018'an de li 12’emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Amedê wê bê dîtin.