‘Cizîrê li dijî êrîşan dîrok nivîsand'

  • rojane
  • 14:44 26 Mijdar 2017
  • |
img

ŞIRNEX - Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Berdan Ozturk, di kongreya DBP'ê ya Cizîrê de diyar kir ku Cizîrê di êrîşan de dîrok nivîsandiye. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî diyar kir ku bi tecrîda li ser Ocalan têkiliya nava gelan tê qutkirin." 

Rêxistina DBP'ê ya Cizîrê, 4'emîn kongreya xwe bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li avahiya DBP'ê ya Cizîrê pêk anî. Di kongreyê de Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, endam û rêveberên DBP û HDP'ê yên bajar û navçeyên Şirnexê jî amade bûn. Bi dehan malbat û xizmên ku di şerê li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan jî amade bûn.
 
Li salona kongreyê wêneyê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê di dorpêç û qedexeya derketina kolanan de jiyana xwe ji dest da hat vekirin. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di kongreyê de peyama Wekilê HDP'ê Faysal Sariyildiz û wekilê HDP'ê Ferhat Encu yê li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê gritî ye hat xwendin. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk di kongrdeyê de bal kişand ser 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li  ser jinan a Navneteweyî û wiha got: "Têkoşîna jina kurd 40 salin berdewam dike. Têkoşîna jina kurd îro ji cîhanê re dibe mînak. Herî dawî di Şoreşa Rojava de encama têkoşîna 40 salan bi dest xist. Jin êdî di refê pêş yên têkoşîna civakî de cih digirin. Têkoşîna jinê li Botanê bi Asya Yuksel, Sêvê Demîr û hevalên wê tê nasîn. Jina kurd tevî hemû êrîşên dijwar li dijî zilmê serî netewandiye. 
 
‘CIZÎRÊ TÊKOŞÎNEK DÎROKÎ NÎŞAN DA'
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî de, diyar kir ku Cizîrê berxwedanek dirokî nîşan da û wiha got: "Daxwazên gelê Cizîrê daxwazên herî mafdar bûn. Yên li vir jiyana xwe ji dest dan ji bo daxwazênk mafdar yên gelê Cizîr, Sîlopî, Nisêbîn û Sûrê nemir bûn. Dewlet ji bo rê li pêş siyaseta kurd bigire wekilên HDP'ê û hevşaredarên DBP'ê jî di navde bi hezaran siyasetmedarên kurd girtin. Îro bi sedan Cizîrî tev li vê kongreyê bûne. Ev bersîvdayîna herî mezin a dewletê ye. Botan di têkoşîna gelê kurd de her dem rola pêşengiyê lîstiye. Cizîrê her dem di qada siyasî de gavekê di pêş de ye." 
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî anî ziman ku Cizîrê di hemû serdeman de pêşengî kiriye û wiha got: "Di têkoşîna azadiya kurd de gelê Botanê her dem pêşengî kiriye. Ji ber vê yekê dewlet dixwaze têkoşîna gelê Botanê bifetisîne. Lê gelê Botanê bi têkoşînek berxwedêr li dijî vê yekê derketiye. Di pêşengiya Mehmet Tunç de teslîm nebûye. Wekî Mehmet Tunç ji gotiye 'Dibe ku tang û top hebin. Lê Faşîzma AKP'ê dê nikaribe bi ser bikeve. Em dê di ber xwe bidin. Bila gelê me bi me serbilind be. Îro hevalên Mehmet Tunç ala wî dewir digirin. Ev bersîvdayîna herî mezin a kesên komkujî pêk anîne. Di têkoşîna azadiya kurd de afirînerê herî mezin gelê Botanê ye. Ji ber vê yekê dewlet hemû rêbazên qirêj li dijî gelê Botanê dixe meriyetê."
 
TECRÎD YEKÎTIYA GELAN PERÇE DIKE
 
Arslan, bal kişand ser polîtîkaya AKP'ê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dimeşîne û wiha got: "Ji ber tecrîd li ser Birêz Ocalan tê meşandin îro mirov jiyana xwe ji dest didin. Bi fikra 'ez dê zerarê bidim gelê kurd' vê yekê pêk tînin. Bi tecrîdê têkilî û tora navbera gelan qut dikin. Ji ber vê yekê em dibêjin bila demek berî demekê muzakere ji nûve dest pê bikin. Tu carî zext nikarin li pêş me bibin asteng. Ocalan  rêberê gelê Kurd e. Divê her kes vê rastiyê qekûl bike. Heta gelê Kurd li ser vê axê azad nebe, gelên din jî azad nabe. Divê AKP demek berî demekê dest ji van polîtîkayên xwe berde."  
 
Piştî axaftinan kongre pêk hat. Ji bo hevserokên DBP'ê yên Cizîrê Selahattin Kolanç yê li Kobanê kureki wî jiyana xwe ji dest da û Hezni Arslan ya di dorpêça Cizîrê de 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan hatin hilbijartin. 
 

Sernavên din

28/11/2017
09:19 ‘Li girtîgehan serdema hov a 30 salên dawî diqewime’
09:19 Li Manîsa cûda, li Mûşê cûda
09:18 Mamosteyên nehatin peywirdarkirin: Başe ku peywir nedan me
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2017'AN
27/11/2017
22:27 Pentagon: Wê tevkariya me ya bi YPG’ê re berdewam bike
22:16 Kongreya Diyalogê ya Netewî ya Sûriyeyê hat taloqkirin
17:13 Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan hat berdan
17:04 Dadgehê biryar da ku Gulmen girtî bimîne
16:42 Di serdegirtina malan de 91 kes hatin binçavkirin
16:26 Demîrtaş ji doza Rojnameya Starê beraet kir
15:18 ÎMO: Mînareya Çar Ling bi xerabûnê re rû bi rû ye
14:45 'Ne baran kevir jî bibarin em karê xwe dixwazin'
14:39 Leşkerek bi guman mir
14:38 Rûken Cansiri ji nexweşxaneyê hat derxistin
14:35 Di kana komirê de hezaz pêk hat
14:34 4 çalakgerên Yukselê hatin binçavkirin
14:28 Di dozên tundiya li dijî jinan de qanûn tên îhlalkirin
14:08 Endamê Koma Aştiyê Seydî Firat hat binçavkirin
14:05 Di mîhrîcana şanoyê de dê 37 lîstikan bên pêşandan
13:11 'Xwedêyo! Dar qut nekirana...'
13:04 Li Kocaeliyê 3 HDP'î hatin binçavkirin
12:22 Nivîskar Fîkret Başkaya hat berdan
12:09 Irmak bi zorê anîn odeya SEGBÎS'ê
12:04 Pirsên balkêş ji HDP’iyan pirsîn
12:00 20 girtî 167 rojin di hucreyan de ne
11:57 Ji Tirkiye geriyan û ji malbata Êzidî 60 hezar dolar fîdye xwestin
11:37 Ji bo Nuriye Gulmen daxwaza berdanê
10:49 Jina ku Elçî jê nerîn girt: Ji ber sekna xwe hat qetilkirin
09:47 Li 4 gund û 6 mezrayan qedexeya derketina derve îlan kirin
09:26 Ji heman malbatê 8 kes jehrî bûn
09:26 Hevserokê li mal nebû, hevjîna wî binçav kirin
09:17 Karkerên zeviyên pembû zarok in
09:17 Dadgehê polîs berat kir û birayê kuştî jî ceza kir
09:16 Ji wê rojê şûn ve Minareyê şîn girêdaye
09:15 Xwestin tevî kelepçeyê rontgenê bikişînin
09:14 Pîra 72 salî bi keda xwe li ser piya ye
09:14 'Ev Tarsûs e, cihê dewletê ye, naşibe cihên din'
09:13 Dolar bihabûn TIR jî rawestiyan
09:12 Estukyan: Îktîdar gotina nifrînê belav dike
09:11 Karkerên çalakger: Oboriya wezîran baş e lê ya me?
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2017'AN
08:08 Nivîskar Fîkret Başkaya hat binçavkirin
26/11/2017
20:04 Ji bo Misirê li Tirkiyeyê rojek şîn hat îlankirin
19:54 Polîsan 6 çalakvanên Kolana Yukselê binçav kir
18:33 Elçî bibîr anîn: Dawiya dawî tarî dê ronî bibe
17:08 Gurkan dîsa Seroka Giştî ya EMEP'ê ye
16:43 Ji ber êrîşa li dijî dêrê kesek hat binçavkirin
16:42 3 helîkopterên Rûs li Helêbê hatin xistin
16:00 Taxeke Farqînê hat dorpêçkirin
15:16 Dozger heta 5 salan ceza ji Fîgen Yuksekdag dixwaze
14:44 ‘Cizîrê li dijî êrîşan dîrok nivîsand'
14:43 Bertek nîşanî polîsan da: Ji ber ku ez AKP'î me ez ji xwe şerm dikim
14:19 Di serdegirtinên malan de 13 kes hatin binçavkirin
14:18 'Em ê bi rêxistinkirinê zilmê têk bikin'
13:58 Cenazeyekî şewitî li Stenbolê hat dîtin
13:50 AKP'ê bi 60 milyar dolar malê cemaweriye firot
13:34 ‘Cizîrê li dijî êrîşan dîrok nivîsand'
13:16 EMEP: Em li dijî yek mirovî di demokrasiyê de bibin yek
11:16 Dadger xwest mirî bi SEGBÎS'ê beşdarî dadgehê bibe
10:26 2 sal di ser kuştina Elçî re borî: Kameraya polîsan li ku ye?
10:13 Sibe danişîna Gulmen û Ozakça ye: Bê hiqûqî destpêkir û bê hiqûq didome
09:54 'Me Newala Dîcleyê fêm bikira dê dawî wiha nebûya'
09:14 Piştî 15 salan cîhan pêşniyara ‘di olê de reform’ a Ocalan nîqaş dike
09:13 Parêzera 10’ê Cotmehê: Polîsan şopandine lê nekirine
09:12 40 hefte ne li kuçeyan e: OHAL wê bi têkoşînê rabe
09:11 Altiparmak: Îşkence encama polîtîkayên ‘bê ceza hiştinê' ye
09:10 3 cenaze winda ne, 10 cenazeyan jî nadin malbatan
09:04 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2017'AN
25/11/2017
21:17 Şanohez careke din temaşeyî lîstika “Heft û Heşta Du Kesan” kirin
18:42 Hevjîna Kemal Gun jiyana xwe ji dest da
17:31 Xebatkarên TV10: Bila zextên li ser rojnamegerên jin bi dawî bibin
16:26 Kemalbay: Bila tecrîda li Îmraliyê rabe aştî bê
16:20 Yildirim: Êrîşa hişk titûnvan provoke kir
16:09 Wê Amed Tahîr Elçî bi bîr bîne
16:08 Ozelmali yê nexweşiya Wernicke Korsakoffê berdin
15:51 Jinan li Şirnex û Amedê tundiya mêr û dewletê şermezar kirin
15:38 Rapora salekê ya binpêkirina mafên jinan: 56 jin bi tundiyê hatin kuştin
15:32 'Bila jinên girtî ên nexweş serbest bên berdan'
15:22 Rapora Tîpa T a Denîzliyê: Em ê we bikujin
15:06 Xizmên windayan: Dewlet bixwaze dikare kujerên Elçî ronî bike
14:48 Yuksekdag: Yên cengê dikin û em hene
14:45 Polîsan li Kolana Yukselê jin darp kirin
14:25 'Divê saziyên jinan ên hatin girtin bên vekirin'
14:22 Karkerê li ber ÎBB'ê di grevê de: Malbateke me ya em xwedî dikin heye
14:21 Kesên li Misirê mirin gihişt 305’an
14:04 Dayikên Şemiyê: Çima goreke em qurnafîlan dînin ser tune?
13:47 Prz. Îsteklî 11 rojin di bin çavan de ye
13:38 Meclisa Jinan a HDP’ê: Şerê li dijî faşîzmê xwedîderketina jiyanê ye
13:17 Mitînga ‘Em ê qirkirina jinan rawestînin û jiyanê azad bikin’ dest pê kir
13:15 Parlamenterê HDP’ê Onder, malbata Eroglu ziyaret kir
12:41 HDP’ê komkujiya Misirê şermezar kir
12:38 Komîsyonê 'Butçeya şer' qebûl kir
12:37 ‘Tundiya li ser jinê nayê ceza kirin’
12:37 DÎSKÎ'yê sedema qûtbûna avê bi Dîcle Epsaşê ve girêda
12:34 Titûnvan: Zagon semsûriyan mehkumî karkeriya demsalî dike
11:54 Çîrokên serkeftina jinên Sûriyeyî: Eşîk
11:50 Soro: Soçiya beyî kurdan ji cih guhertinê wêdetir kêr nayê
11:49 Ji bo germ bibin kuçe bi kuçe depan kom dikin
11:33 9 kes li Senbolê hatin binçavkirin
11:32 Qedexeya li Farqînê hat rakirin