ENQERE - Çalakiya li Kolana Yukselê 383 roj e berdewam dike, polîsan êrîş kir 6 kes binçav kirin. Welatiyekî ji herêmê re derbas dibû bertek nîşanî êrîşa polîsan da û got ku "Ji ber ku ez AKP'î me ez ji xwe şerm dikim."
Hîndekarên bi navê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça piştî bi Biryara Di Hukmê Qanûnî (KHK) ji kar hatin avêtin, dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan 263 roj e dewam dike. Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a ji bo Gulmen û Ozakça hatiye destpêkirin 383 roj e bi berxwedanke mezin bê navber dewam dike.
Çalakvanên xwestin li ber Birdariya Mafê Jiyanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, polîsan destûr neda. Çalakvanan vê carê berê xwe da Kuçeya Konurê û pankarta "Bila Semîh û Gulmen vegerin karê xwe" vekirin. Di vê navberê de çalakvanê bi navê Mehmet Gersulu pirsên wekî "Hûn dixwazin çi bikin? Hûn dixwazin Nuriye û Semîh bikujin?" û bertekên xwe anî ziman. Di vê navberê de polîsan êrîşê çalakvanan kir.
6 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Polîsan pankarta vekirî jî çirand, ji çalakvanan Sultan Aydogdu, Îlker Işik, Mehmet sersulu, Sîmge Aksam û xwendevanê nav nehat hînbûn hatin binçavkirin. Xebatkarê Seyrî Sokakê yê dîmen dikişandin jî hat binçavkirin.
Dema polîsan êrîşê çalakvanan kir, welatiyê ji herêmê re derbas dibû, bertek nîşanî polîsan da û ev tişt got: "Ev mirov bin ez ne mirov im. Ji ber ku ez AKP'î me ez ji xwe şerm dikin."