TEKÎRDAG / QARS - Di serdegirtinên malan ên li Tekîrdag û Qersê de 13 kes hatin binçavkirin.
Li Tekîrdagê şevê din polîsan bi ser malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de Metîn Çîçek, Mîkaîl Akdenîz, Nevzat Gor, Ozcan Buyukbaş, Erkan Aslan, Adem Akdenîz, Kadîr Ozmen, Selçuk Turan, Ayşe Demîrbîlek, Kasim Aksaka û xwendekarekê paşnavê nehat zanîn Denîz binçav kirin. Nehat zanîn 11 kes bi kijîna hincetê hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a bajêr.
LI QERSÊ JÎ 2 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Qersê di 23’ê Mijdarê di serdegirtina malan de Murat û Hamza Şaşik ên birayê hev hatin binçavkirin. Her du birayên hev Şaşik li Şaxa TEM’ê tên girtin. Hat zanîn ku her du kes bi îdîaya “Endamên rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirin” hatine binçavkirin.