MÊRDÎN – Di 28'ê Mijdarê de dê 12'emîn rûniştina 'Doza JÎTEM'ê ya Qoserê' ku 9 kes ji kuştina 22 kesan tên darizandin, dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. Dadgehê xwest di dozê de Nurettin Yalçinkaya yê hatiye kuştin jî bi riya SEGBİS'ê beşdarî dozê bibe û îfade bide.
Di 28'ê Mijdara 2017'an de 12'emîn rûniştina Doza JÎTEM'ê ya Qoserê ku têkîldarî kuştina 22 kesên di 1992-1996'an de hatiye vekirin dê li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê bê dîtin. Di dozê de efserê teqawît Hasan Atîlla Ugur, Fermanadarê Cendirmeyan a Amedê ya wê demê Eşref Hatîpoglu, Fermandarê Boluka Qomando ya Cendirmeyan Ahmet Boncuk, Serçawîş Unal Alkan, 4 leşker û kesên bi navê Abdurrahman Kurga, Mehmet Emîn Kurga, Ramazan Çetîn, Mehmet Salîh Kilinçaslan û Îsmet Kandemîr ên tê gotin ji "Tîma Xençer" in tên darizandin. Doza JÎTEM'ê de 4 leşker û 5 cerdevan bi giştî 9 kes ji kuştina 22 kesên di salên 1992-96'an de di binçavan de hatin winda kirin û înfaz kirin berpirsiyar tên dîtin.
Di rûniştina 11’emîn a doza JÎTEM’ê ya li Enqereyê pêk hat de îfadeya Bedran Akdag ê ku wê demê peywirdar bû, hate xwendin.
Akdag di îfadeya xwe de diyar kir ku, di navbera salên 1992-1994’an de bi awayê ne fermî agahî dida JÎTEM’ê û piştî sala 1994’an de jî di nav JÎTEM’ê de dest bi peywirê kiriye. Akdag gotibû “Min hin xebatkarên leşkerî dîtin ku cilên gerîlayên PKK’ê li xwe dikirin û mirov dikuştin.” Derket holê ku Nûrettîn Yalçinkaya yê ku hatibû windakirin û di sala 2009’an de hestiyê wî di bîrekê de hatibû dîtin jî di qeydên fermî de ‘sax’ e. Ji bo derbaskirina vê nakokiya rapora tiba edlî û qeyda nifûsê bê derbaskirin, li gundê ku qeyda nifûsa Yalçinkaya yê winda û saziyên têkildar ji bo lêkolîn bên kirin, biryar hate girtin ku Fermandariya Jendermeyan a navçeya Qoserê daxwazname binivîsîne.
Heyeta dadgehê ji ber ku dozger rapora têkildarî mirina Nûrettîn Yalçinkaya di dosyayê de nenivîsand, xwest Yalçinkaya di rûniştina 28'ê Mijdarê de îfade bide. Heyetê di daxwazê de got: "Nûrettîn Yalçinkaya yê li taxa Haciahmet ya kolana Atalarê hêjmar No:5 22/9 ya Kasimpaşa ya Stenbolê dijî ji bo îfadeya wî bê girtin divê ji ACM'ê ya Nobedar a Çaglayanê re nivîs bê şandin û ji bo îfadeyê wî bê girtin amade bibe. Ji bo îfadeya wî bi SEGBİS'ê bê girtin ji aliyê dadgehê ve bi yek dengî hatiye qebûlkirin."
YÊN TÊN DAREZANDIN
Di çarçoveya dozê de serheng Hasan Atîlla Ûgûr, Serheg û Fermandarê Jendermeyan ê Bajrê Amedê yê Demê Eşref Hatîpolû, Fermandarê Bulukê ya Jendermeyan Ahemt Boncûk, Serçawîş Ûnal alkan û cerdevanên gudn Abdurrahman Kûrga, Mehmet Emîn Kûrga, Ramazan Çetîn, Mehet Salîh Kilinçaslan û Îsmet Kandemîr ji sûcên “avakirina rêxistinên bi çe û rêvebirin, endantiya rêxistinê û kuştinên bi plan” tên darezandin.
MA / Gokhan Altay