ENQERE - Sibe carek din Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça, derdikevin pêşberî dadger. Gulmen parastina bi SEGBÎS’ê ya danişîna berê de red kiribû. Parêzerê Gulmen Murat Yilmaz, diyar kir ku doz bê hiqûq destpêkir û bê hiqûq didome.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya akademîsyên Nuriye Gulmen ku bi biryara KHK’ê ji har hat avêtin ket roja 263’yan û çalakiya Kolana Yukselê ya karkerên cemawerî ji di roja 383’yan de berdewam dike. Nuriye Gulmen hîna jî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Numune tê girtin. Di roja 75’emîn greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça de doz li wan û Acun Karadag hat vekirin. Dê 5’emîn danişîna dozê sibe li Kampusa Girtîgehê ya Sîncanê bê dîtin.
Li bendê ye ku Gulmen bi SEGBÎSÊ beşdarî 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bibe.
GULMEN PARASTIN NEKIRI BÛ
Dozger di mutalaya xwe ya danişîna berê de xwest ku Acun Karadag bê beraat kirin, Semîh Ozakça jî bi sûcdariya “Li gel ku ne nedamê rêxistinê nê ye, bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê” bê ceza kirin û Nuriye Gulmen jî “ji ber endamê rêxistinê ye” bê cezakkirin. Parêzerê Gulmen Murat Yilmaz, têkildarî danişîna sibe bê dîtin nirxandin kir.
‘BÊYÎ KU ŞAHID HEBIN JÎ NEHAT BERDAN’
Yilmaz, bal kişand ser mutaleye dozger a di danişîna berê dayî û wiha axivî: “Dozgerê ji Acun Karadag re beraet xwest, ji ber ku Semîh Ozakça di greva birçîbûnê de bû xwest ji sûcê ‘Alîkarî dayîna rêxistinê’ bê cezakirin. Di vir de me baş dizanîn ku ev doz ne hiqûqiye. Dozger xwest Gulmen jî ji ‘endamtiya rêxistinê’ bê cazakirin. Ji bo Nuriye weke delîl di mehên Îlon û Mijdarê de du kesên îtîrafkar hatin nîşandan. Di du danişînên dawîn de ligel ku ev îtîrafkar tunebûn jî, Nuriye û Semîh nehatin berdan. Ev bê hiqûqiye. Dozger mutaleya xwe bi îtîrafkaran ve girê dide, lê ev kesanek jî li holê tune ne.”
‘NURIYE BÛ 34 KILO’
Yilmaz, anî ziman ku rewşa tenduristiya Gulmen ne başe û wiha got: “Kîloyên Nuriye daketin 34’an. Her ku diçe rewşa tenduristiya wê nebaştir dibe. Bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe derbas bike. Li ser darbestê jiyana xwe didomîne. Weke ku Nuriye jî gotî şert û mercên qawişa hikûmxarên li Nexweşxaneya Numune pir xerabin. Ji ber vê yekê divê demildest Nuriye bê berdan.”
‘DIVÊ KOMÎSYONA OHAL’Ê DEMILDEST BIRYAR BIDE’
Yilmaz, helwesta komîsyona OHAL’ê bi tundî rexne kir û wiha domand: “Divê demildest komîsyona OHAL’ê biryar bide. Komîsyona OHAL’ê hîna jî ji bo serlêdanên di meha Adarê de destpêkirin û heya meha Tîrmehê domiyan hîna jî tu biryar nedane. Berî her tiştî divê têkildarî Nuriye û Semîh biryarekê bidin. Dadgeh jî dinava helwesteke neyînê deye. Ev doza ku bê hiqûq destpêkir, bi awayekê bi hiqûq jî didome.”
Yilmaz di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em hêvîdarin di danişîna sibe de Nuriye bê berdan. Piştî berdanê, berî ku mirin an jî seqetiyek çêbe, divê komîsyona OHAL’ê karê Gulmen û Ozakça paş ve bide wan.”