STENBOL – Kedkarên cemaweriyê ku ji bo betalkirina OHAL’ê û vegerin ser karê xwe 40 hefte ne li kuçeyan e, gotin ku tenê bi têkoşînê wê dawî li OHAL’ê bê.
Bi OHAL’a ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê hat îlankirin, herî kêm 108 hezar kedkarên cemaweriyê bi KHK’yan hatin îxrackirin û ji van kedkaran 4 hezar û 9 jê endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên cemaweriyê (KESK) ne. Kedkarên ku di 20’ê Sibata 2017’an de li Altiyol, Qada Kartalê û Qada Azadiyê ya Bakirkoyê heftê sê rojan çalakiya rûniştînê li dar xistin, tam 40 hefte li pêyî xwe hiştin. Kedkar ji bo vegerin ser karê xwe li gel çalakiyên xwe yên rûniştinê zêdeyî 30 hezar îmze jî berhev kirine û van îmzeyan radestî Walîtiya Stenbolê û gelek saziyên cemaweriyê kirin. Kedkaran, dest nîşan kir ku heta ew venegerên ser karê xwe ew ê çalakiyên xwe bidomînin û daxwaza wan a sereke rakirina OHAL’ê ye.
‘DIXWAZIN PÊŞEROJA WELAT TARÎ BIKIN’
Kedkarê cemaweriyê Mahîr Aslan ku dema li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dixebitî hat îxrackirin, di hefteya 41’emîn de jî ji bo vegera ser karê xwe têdikoşe. Aslan, got ku ew ewladê bavekî ku ji nifşê 68’an e û ew jî di wê rêçê de têdikoşin. Aslan anî ziman ku rizqê zarokên wî tê desteserkirin û wiha got: “Tenê ne ya zarokê min, dixwazin pêşeroja bi hezaran kedkarî, ya tevahiya welat tarî bikin. Em ê destûra vê yekê nedin. Zêdeyî 40 heftan e em li vir têdikoşin. Daxwaza me ya sereke rakirina OHAL’ê û vegera ser karê xwe ye. Teqez em ê bi ser kevin.”
Asli Akdemîr ku li Navenda Perwerdehiyê ya Gel a Kadikoyê mamosteya îngilîzî bû û di 7’ê Sibata 2017’an de hat îxrackirin, got ku ji bo rakirina OHAL’ê û vegera ser karê xwe zêdeyî 40 heftane ew têdikoşin. Akdemîr, diyar kir ku Serokomar Erdogan zirarên OHAL’ê û yên bazarê wek hev dibîne, lê belê dema mirov vê yekê tevî malbatên kesên hatine îxrackirin bihesibîne wê bê dîtin tenê di qada cemaweriyê de OHAL bandor bi milyonan kesî kiriye. Akdemîr, anî ziman ku dema mirov di çarçoveyeke însanî de jî lê binere, OHAL bi awayekî zêde bandorê li derûniya mirovan dike û wiha domand: “Dixwazin bêjin ‘lê biner va ez karê te jî ji dest te digirim.’ Xwazî bila rêxistinkirî be, xwazî bila ne rêxistinkirî be, li hemberî hemû kedkar û karkeran OHAL wek polîtîkayeke tepisandinê tê bikaranîn.”
Akdemîr, dest nîşan kir ku tekane qada têkoşînê kuçe ne. Akdemîr, diyar kir ku divê her kes wê şika “wê karê min ji dest min biçe” ji ser xwe bavêje û wiha got: “Ji bo rakirina OHAL’ê divê mirov bi awayekî rêxistinkirî û girseyî dakeve kuçeyan.” Akdemîr, dest nîşan kir ku divê çalakî tim bên lidarxistin û ew tenê bi têkoşînê dikarin dawî li OHAL’ê bînin.
MA / Metin Yoksu