AMED - Alk. Doç. Dr. Kerem Altiparmak, têkildarî îdîayên li Tirkiyeyê zêdebûn diyar kir ku îşkence encama polîtîkayên bê ceza hiştinê ye.
Hindekarê Fakulteya Agahiyên Siyasî ya Zanîngeha Enqerê Alk. Doç. Dr. Kerem Altinparmak, îşkenceyên herî dawî yên li girtîgehan zêdebûn û di encama operasonên li herêmê tên li darxistin de îşkence li cenazeyên tên kuştin kirin, nirxand. Altıparmak, diyar kir ku hemû îşkenceyên tên kirin encama polîtîkayên bê ceza hiştinê ye û wiha axivî: “Tirkiye, yek ji aliyên protokola parçeya peymana li dijî îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Ji bo şopandina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, divê mekanîzmayeke navneteweyî bê avakirin.”
Altiparmak, anî ziman ku danayên girtîgehan bi awayekê tendurist navekin destên wan û wiha got: “Hikûmet van binpêkirinan red dike. Tu wateya vê yekê tuneye. Ji berk u standartên navneteweyî yên van binpêkirinan dişopînin hene. Di qada navneteweyî de ev erk ji bo Saziya Wekhev û Mafê Mirovan hat dayîn. Lê ji ber ku sazî erka xwe bi cih nayîne, raporeke rast û tespîta binpêkirina mafan dernakeve holê.”
‘LI TIRKIYEYÊ ÎŞKENCE BÛYE JI RÊZÊ’
Altiparmak, da zanîn ku dewlet xwedî wê erkê ye ku li dijî îdîayên îşkenceyê lêpirsînê bide destpêkirin û wiha domand: “Rêxistinên mafên mirovan di demek kin de, îdîayên îşkenceyê yên li cihên cûda ên Tirkiyeyê kirin rapor, lê têkildarî van îdîayan qet lêpirsîn nehatin vekirin. Ez helwesta Tirkiyeyê rexne dikim. Di bûyerên di lêpirsînê re derbas bûn jî, pêngaveke şênber nehat avêtin. Pirsgirkên girîg ên bên lêpirsîn hene. Di aliyê lêpirsînê de jî pirsgirkên cîdî hene. Komeleya Mafê Miravan a (ÎHD) di vî warî de gelek caran serlêdan kir. Ji ber vê yekê ji rêzê tê pêşwazî kirin. Li Tirkiyeyê îşkence êdî bûye ji rêzê.”
OHAL’Ê DERFET AVAKIR
Altiparmak di dewama axaftina xwe de wiha got: “Bi OHAL’ê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan derketin asta herî jor. Têkildarî erkdarên cemawrî yên di OHAL’ê de sûc kirin, darbarê wan de muameleya lêpirsînê, ceza kirin û hiqûqû nehatin kirin. Di vir de bê ceza hiştinê dikeve dewrê. Li cihekê ceza hebe, binpêkirinên mafên mirovan jî ne mumkîne li wir çêbe. Lê OHAL ev derfet ava kir.”
‘BI CENAZEYAN ÎŞMECEYÊ LI MALBATAN DIKIN’
Altiparmak, dest nîşan kir ku dibin navê vê bê bandor kirinê de, mirovan dikujin û wiha pê de çû: “Heya demek dirêj min tim wisan got; Ger mirov sûcdarbin, zarokbin û jinbin bi awayekê tên kuşitin. Kesekê ku dimirime ger hûn qebûl bikin ku mirov e, divê li gorî rûmeta mirvoan ben definkirin û ev mafekê gerdûniye. Dibe ku baweriya olî ya malbatê hebe, pewîste ev bi cih bê danîn. Ji ber vê yekê ji bo miroveke kut ê kuştin cûdakariyên ‘terorîst’, ‘Xayîn’ divê neyên kirin. Ev nirxên mirovahiyê yên hevparin.”
Altîparmak, di dawiya axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Li gorî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHM) îşkece li cenazeyekê kirin, weke ku îşkence li malbatê kirin tê hesibandin. Ên van îşkenceyan dikin berpirsiyariya wan a cezayê heye. Heya niha li Tirkiyeyê kesek ji ber vê yekê nehatiye darizandin û ceza kirin. Sedema zêdebûna îşkeceyê bi polîtîkayên bê ceza hiştinê re girêdayî ye.”
MA / Rifat Şahîn - Devran Toptaş