SÊRT - Di 18'ê Îlonê de li çoltara navçeya Dihê şer derketibû û 13 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn, cenazê 3 gerîlayan winda ye. Cenzê 10 gerîlayan hatiye teşhîskirin jî nadin malbatan.
Li Çiyayê Herekolê yê navçeya Dihê ya Sêrtê di navbera 17-18'ê Îlonê de operasyon hatibû destpêkirin û şerên dijwar rû dabûn, şerê ku 2 rojan dewam kir ji hewa û bejahî ve piştgirî ji bo operasyonê hat şandin. Ji ber bombekirinê 13 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan.
MEHEK E MALBATAN TU ENCAM NEGIRTINE
Cenazeyên gerîlayan ji herêma operasyonê hat wergirtin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û otopsiya cenazeyan hat kirin. Piştî kar û barên otopsiyê ji bo testa DNA'yê û tespîtkirina nasnameyan, mînakên cenazeyan şandin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Di 14'ê Îlonê de HPG'ê der barê gerîlayên jiyana xwe ji dest dan de daxuyanî da û agahiyên nasnameyan parve kir. Li ser agahiyên HPG'ê malbatan di 17'ê Îlonê de serî li Serdozgerê Komarê yê Sêrtê da û mînakên xwînê dan, mehek e malbatan cenazeyê zarokên xwe negirtine.
DOZGER: 10 CENAZE HENE
Di mehekê de malbatan gelek caran serî li Serdozgerê Komarê yê sêrtê da, lê di her serlêdana malbatan de, bersiva "Hêj encamên lêkolîna cenazeyan bi dawî nebûne" dan malbatan. Ji hêla din ve malbat serlêdanên xwe yên ji bo wergirtina cenazeyan dewam dikin û malbatan aşkera kir ku dozger gotiye ku 10 cenaze hatine dîtin. Li ser vê malbatan xwest biçin cihê operasyonê, lê bi hinceta "Operasyon heye" destûr nedan malbatan. Malbatan xwest li Fermandariya Cendirmeyan a Dihê agahiyan bigirin, rayedarên leşkerî îdia kirin ku li cihê operasyonê 10 cenaze hebûbe.
3 CENAZE WINDA NE!
Li gorî agahiyên ku gundiyên li nêzî herêma operasyonê dane malbatan, di 17 û 18'ê Îlonê de ji hewa û bejahî ve herêm bi dijwarî hatiye bombekirin, ji ber êrîşên bombeyî, ev jî fikara dibe ku tevahiya laşên gerîlayan nehatibe dîtin di malbatan de çêdike. Malbatên ku 3 cenaze hêj nedîtine, hemû serlêdanên wan bê encam man.
Ji hêla din ve gelek cenazeyê ku hatine teşhîskirin nadin malbatan, cenazeyê 10 gerîlayên HPG'ê li taxên cuda yên bajêr hatin definkirin.
Di şerê 2 rojan de 13 gerîlayên ku di şer de jiyana xwe ji dest dan navên wan wiha ne: "Mehmet Sîraç Alp (Şervan Azad) û Çîgdem Açlan (Ayten Derîk) ji Mêrdînê, Bahoz Cefer (Bahoz Tolhildan) ji Xurmalê, Mesut Oktan (Erdal Munzur) ji Mûşê, Erdal Îşbîlîr (Eşref Kurtay) ji Wanê, Rûken Bîlen (Evrîm Şahîn) ji Amedê, Berfîn Caymak (Jînda Firat) ji Sêrtê, Sedat Akdag (Kurtay Faraşîn) ji Şirnexê, Hêvîdar Faris (Roj Givera) ji bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê, Hemîn Alîpenah (Simko Leylax) ji bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê, Vezîr Akçîçek (Şahîn Amed) ji Amedê, Ferhat Koşker (Şervan Nurhak) qeyda wî ya nivûsê li Swêdê, Gulcan Arik (Zeynep Asya) ji Semsûrê ye.