STENBOL - Xebatkarên TV10'ê di hefteya 60’an de bi daxwaza vekirina televîzyonê çalakiya xwe berdewam kirin. Xebatkarên televîzyonê xwestin zextên li ser rojnamegerên jin bi dawî bibin.
Xebatkarên TV10'ê ya bi KHK'ê hat girtin, ji bo televîzyona wan dîsa vebe, li Qada Galatasarayê di hefteya 60’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Xebatkarên televîzyonê, Dayikên Şemiyê, parazvanên mafên mirovan û endamên ÎHD'ê, Sekretera Gişti ya Platforma Em dê Cînayetên Jinan Rawestinin Fîdan Ataselîm amade bûn. Xebatkaran di çalakiyê de pankartên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin", "Dengê elewiyan TV10 nayê girtin" vekirin. Çalakgeran bê navber dirûşmeya "Dengê elewiyan nayê bêdengkirin" berz kirin.
LI SER ROJNAMEGERÊN JIN ZEXT HENE
Pêşkêşvana TV10 Rohat Emekçî ewil mafê axaftinê girt û diyar kir ku rojnamegerên jin rastî tundî û zextan tên. Emekçî, xwest zextên li ser rojnamegerên jin bi lezgîn bi dawî bibe. Emekçî anî ziman ku TV10 dengê elewiyan e û wiha got: "Her çend ekranên me bê reşkirin jî dîsa em dê balê bikişînin ser zextên li ser hemû elewiyan."
Sekretera Gişti ya Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestinin Fîdan Ataselîm jî anî ziman ku zextên li ser jinan roj bi roj zêdetir dibe û wiha got: "Îktîdar û dewlet li şûna jinên rastî tundiyê tên biparêze, êrîşkaran diparêze. Di vê pêvajoyê de pêdiviya me ji çapemeniya azad heye."
Çalakî bi deyîşên elewiyan bi dawî bû .