AMED – Baroya Amedê dê di 2'emîn salvegera kuştina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku li Sûrê hat kuştin de rêzeçalakiyan li dar bixe.
Baroya Amedê, dê bi rêzeçalakiyan Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê ku li ber Mînareya Çar Ling a Sûrê di 28’ê mijdara 2015’an de hat kuştin de, di salvegera mirina wî ya 2’emîn de bi bîr bîne. Di çarçoveya bernameya bîranînê de, dê di 28’ê Mijdarê de li ber Mînareya Çar Ling a ku Elçî li ber hat kuştin saet di 10.53’an de merasîma bîranînê bê lidarxistin. Di heman rojê de, wê saet di 14.00’an de wê li Goristana Yenîkoyê gora Elçî bê ziyaretkirin. Wê saet di 18.30’an de jî li Navenda Çandê ya Cegerxwînê bêlgefîlma bi navê “Tahîr Elçî-Kirik Saat” bê pêşandan.
Roja 29’ê mijdarê jî dê li Eywana Konferansê ya Yekîtiya Odeyên Sinhetkar û Esnafan a Amedê (DESOB) saet di 13.30’an de panela bi navê “Tahîr Elçî û Cînayetên Kiryar Nediyar” bê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê parêzer Eren Keskîn, Wekîlê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr, Hevserokê Daraza Demokrat Orhan Gazî Ertekîn û rojnameger Îsmaîl Saymaz jî wê wek axaftvan beşdarî panelê bibin.
Di 30’ê Mijdarê de jî wê saet di 14.00’an de li Daristana Bîranîna Tahîr Elçî ya li Seyrantepeya Amedê şitilên daran bên çandin.
LI STENBOLÊ JI BO ELÇÎ MEŞÊ LI DAR DIXIN
Ji bo Elçî dê li Stenbolê jî bername bên lidarxistin. Di 2’yê Kanûnê de jî dê ji Qada Taksîmê heta Lîseya Galatasarayê meşa bîranîna ji bo Elçî bê lidarxistin. Di 2-3’ê Kanûnê de jî wê li avahiya Baroya Amedê saet piştî 10.00’an Turnûvaya Kişikê ya Zarokan a 2’emîn bê lidarxistin.