MÊRDÎN - 5 rojnamevanên dema ku li Mêrdînê çalakiyên şermezarkirina qeyûman dişopandin hatin binçavkirin, 3 roj in di bin çavan de ne.
Nûçegihanên me Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Orûç û nûçegihan Jinnewsê Rojda Aydin û rojnamevan Nûrcan yalçin û Halîme Parlak ku di 20'ê Tebaxê de dema li Mêrdînê çalakiyên şermezarkirina qeyûman dişopandin hatin derbkirin û paşê hatin binçavkirin, 3 roj in di bin çavan de ne.
Her 5 rojnamevan 3 roj in li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Emniyatê ya Mêrdînê tên ragirtin. Heta niha ji xeynî amadekirina girtekê der barê tu rojnamevanan de tiştek nehatiye kirin û îfadeya wan jî nehatiye girtin.