STENBOL – Dayikên Şeniyê di hefteya 661'an de aqbeta Nihat Aydogan pirsîn. Hevjîna Aydogan Halîme Aydogan aşkera ki ku hevjînê wê di 30'yê Mijdara 1994'an de di bin çavan de hatiye windakirin û wiha got: "Çima goreke xizmên me ya ku em qurnefîlê daynin ser nîne?"
Dayikên Şemiyê 661 hefte ne li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk tînin û aqûbeta xizmên xwe dipirsin, dixwazin kujer bên darizandin. Di çalakiyê de pankarta "Faîl diyar in, winda li ku ne" hat vekirin, dayikan qurnefîl û laçikên ku aştiyê temsîl dikin danîn ser wêneyên windayann.
Di çalakiya vê hefteyê de dayikan aqûbeta Nîhat Aydogan ê di 30'yê Mijdara 1994'an de hat windakirin pirsîn. Hevjîna Aydogan Halîme û keça wî Necbîr û neviya wî Hêlîn Aydogan di çalakiyê de cih girtin.
‘CÎHANÊ BIHÎST HIKUMETÊ NEBIHÎST’
Yek jî mirova şemiyê hevjîna Fehmî Tosun Hanim Tosun destpêkê axivî û aşkera kir ku hevjînê wê di 19'ê Cotmeha 1993'yan de hatiye windakirin, ji 95'an vir ve li Qada Galatasarayê ne û wiha got: "Me dengê xwe gihand cîhanê, lê me negihand hikumetê." Tosun piştrast kir ku ew havîn û zivistanê li aqûbeta xizmên xwe digerin û got ku ew ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin.
‘ÇIMA JI HESTÛYAN DITIRSIN’
Hevjîna Nîhat Aydogan Halîme Aydogan jî aşkera kir ku ew jî dayikeke dilşewat e û wiha got: "Dema min hevjînê xwe winda kir, ji wê hêngê ve cihê ku min serî lê nenda tune. Rayedaran di dema serlêdanan de digot ku 'Hevjînê xwe li çiyan bigere, mêrê te ne li gel me ye' û berdidan me. Çima goreke xizmên me yên ku em qurnefîlan daynin ser tune. Em hestûyan dixwazin. Bila goreke me jî hebe. Çima ji hestûyên me ditirsin. Êdî bes e bila goreke me jî hebe."
‘JI BO HER KESÎ HEQÎQET Û EDALET’
Mirova şemiyê Hatîce Onaran daxuyaniya hefteyê xwend û ev tişt anî ziman: "Daxwaza me ya edalet û heqîqetê ne tenê ji bo xizmên me yên di bin çavan de hatine windakirin, ji bo her kesên li vî welatî dijî ye. Ji bo mafê mirovan serdest be û demokrasî bi pêş keve, ew têkoşîna me ya baweriyê heye."
Onaran aşkera kir ku Nîhat Aydogan 39 salî û bavê 4 zarokan bûye, li gundê Mizîzexê yê navçeya Midyada Mêrdînê hatiye binçavkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gundiyên Mizîzexê nexwestin bibin cerdevan û ji ber vê tundî dîtin. Bi êrîşên sîstematîk ên hêzên dewletê re rû bi rû man, gef li wan hat xwarin. Piştî kurê Nîhat Aydogan Fevzî di vê navberê de çû çiyê, zextên li ser bavê wî hêj zêdetir bûbûn. Her gav bi ser mala wan de digirin û îşkence li wan dikirin."
‘DI NAVA XWÎNÊ DE BIRIN QEREQOLÊ’
Onaran, da zanîn ku di 30’ê Mijdara 1994’an de leşker û cerdevanan ser mala Aydogan de girtin û binçavkirin. Onaran, dest nîşan kir ku di dema serdegirtinê de derî şikandin û wiha got: “Bi kontaxa çekê li Nîhat Aydogan xistin û ji nava nivînan derxistin. Dest û piyên wî girê dan û dinava xwînê de birin Qereqola Cendirmeyan a Midyadê. Piştre jî birin Qereqola Navenda Cendirmeyan a Mêrdînê.”
Onaran, anî ziman ku rayedarên fermî gotin, piştî Aydogan 20 rojan dibin çavan de ma, sewqî dozgerê nobedar kirine û piştî îfadeya wî hat girtin û şûn de serbest berdan e. Onaran got ku ji wê rojê û şûn de tu agahî ji Aydogan nehat girtin û wiha domand: "Ev seneryone. Tu rastiya xwe tune."
Onaran, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Piştî çend slana hevjînên Aydogan Halîme Aydogan, ji bo lêpirsîna aqûbeta hevjînê xwe cardin serî li dozgeriyê da. Di vê navberê de rastî mînaka qeydên windabûna Nihat Aydogan hatin û derketi holê ku mirina wî derbasî nufusê bûye. Muxtarê gund ku mirin ragihan, rasrî êrîşa fermandarê cendirmeyan hat û bi darê zorê danezan ji nû ve sererast kir.”
‘LÊGERÎNA ME YA EDALETÊ DÊ BIDOME’
Onaran, destnîşan kir ku hemû serlêdanên fermî yên malbata Aydogan kirî bê encam man û wiha bi dawî kir: “Ê ku Nîhat Aydogan di bin çavan de winda kirin tên zanîni, lê ligel vê yekê hiqûq nayê cih. Sûcê winda kirina Aydogan bê caza me. Lê em ê heya dawiyê lêgerîna xwe ya edaletê bê navber bidomîn in.”
Piştî daxuyanê çalakî bi dawî.