ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, komkujiya Misirê ya 250’an kesan jiyana xwe ji destan, şermezar kir.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, bi ser navê “Em êrîşa dijminê mirovahiyê ya li Misirê bi tundî şermezar dikin” daxuyaniyek nivîskî waşand. Kemalbay sersaxî ji xizmên kesên di êrîşê de jiyana xwe ji destan dan re xeste û wiha got: “Em êrîşa didema nimêşa Înê ya Mizgefa bajarê Arîş a Misirê hat kirin û bû sema mirina 250 kesan bi tundî şermezar dikin. Rehma xwedê li kesên jiyana xwe ji dest da be û em ji malbat, xizm û hemû gelê Misirê re sersaxî dixwazin.”
Dewama daxuyaniya Kemalbay wiha berdewan kir: “Mixabin DAIŞ ji derveyî Sûriye û Iraqê li Nîvgirva Sîna a Misirê jî bi bandor e û vê yekê didomîne. Di salên dawî de li Misirê tê dîtin ku êrîş zêde bûne û ev diyar dibe ku eniyek nû derketiye holê ku nêzikatiya dijminê mirovahiyê û vê hovitiyê xwedî dike. Li ku dera cîhanê dibe bila bibe, mirov nikare dev jê biqere ku li dijî wê avaniya ku li ser civakê hişmendiya dijminatiyê ferz dike, li ser gel tundî û êrîşkariyê dike ji rêzê bibîne. Divê bi helwesteke demokrasî û azadîxwazî li dijî vê yekê rabe.
‘DIVÊ BI HEVRE TEVBIGERIN’
Dema wê hatiye ku hemû derdorên jiyana hevpar, wekhevî, xweşbînî diparêzin bi hev re tevbigerin. Ji bo vê jî em êşa gelê Misirê par ve dikin. Em carek din dibêjin em piştgiriyê didin hemû beşên li dijî nêzikatiya dijminê mirovahiyê li ber xwe didin.”