AMED – Du roj e li navçeya Peyasê ava welatiyan nayê, DÎSKÎ'yê wekî hincet qutbûna avê bi xebatên ceryayê yên Dîcle Epsaşê ve girêda. DEDAŞ'ê jî aşkera kir ku xebateke wiha tune.
Li taxên Peyas û Musa Anter ên semta Gazîlerê ya navçeya Peyasa Amedê, du roj e av qut bûye û welatî di tengasiyê de ne. Miduryeta Giştî ya Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Amedê (DÎSKÎ), aşkera kir ku der barê qutbûnê de berê tu agahdarkirin pêk nehatiye. Piştî serlêdanên welatiyan li DÎSKÎ'yê zêde bûn, fîrmaya Firotina Parakende û Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê A.Ş. (Dîcle Epsaş), daxuyanî da û da zanîn ku tesîsa parzunkirina avê ya li navçeyê di xeta wê de xebatên sererastkirinê hene ji ber wê qutbûn pêk hatiye.
Piştî me li Dîcle Epsaşê geriya û xwest der barê qutbûna avê û xebatên ceryanê de agahiyan bigirin, Dîcle Epsaşê destnîşan kir ku li tu derên navçeya Peyasê xebatek wiha tune, li herêmê jî qutbûneke bi planî jî nebûye. Lê hêj li gelek deveran av ji bo welatiyan naçe û welatî bê av in.