Soro: Soçiya beyî kurdan ji cih guhertinê wêdetir kêr nayê

  • rojane
  • 11:50 25 Mijdar 2017
  • |
img

STENBOL - Endamê Komîteya Têkiliyên Bi Derve re ya KNK'ê Selahattîn Soro, "Civîna asta bilind a 3 ali" ya Rusya, Tirkiye û Îranê ya li Soçiyê nirxand, aşkera kir ku Soçiyeke bê kurd dê ji derveyê guhertina cihê Astanayê kêrê tu tiştî neyê.

Di 23'yê Mijdarê de li Soçiyê bi beşdariya Serok dewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn, Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî û Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan "Civîna asta bilind a 3 salî" hat lidarxistin. Civîna ku mijara sereke Sûriye bû, daxuyaniyên di vê der barê de hêj tên nirxandin. Endamê Komîteya Têkiliyên bi Derve re yê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û rojnameger Selahattîn Soro, diyar kir ku Putînê piştgirî dide rejîma Esad, Rûhanî û Tirkiyeya ku piştgiriyê dide komên çekdar ên li Sûriyeyê, hatina wan a gel hev kombînasyonekî ava dike.
 
Soro bal kişand ser lûtkeya ku her sê serokên welatan tev li bûn û rewşa li Tirkiyeyê nirxand û ev tişt got: "Esad rêya hewayî ya Tirkiyeyê xebitand û çû Soçiyê û careke din vegeriya Sûriyeyê. Ev jî dide nîşan ku Erdoganê ku dixwest rejîma Esad birûxîne, di heman demê de diçe ber piyê wî. Dîs bi gotina 'Esad birayê min e' li ser kurdan bazar kir." Soro bal kişand ser nirxandinên Erdogan ên di deklarasyona hevbeş de û wiha axivî: "Erdogan got ku ew ê di bin sîwaneke ku PYD/YPG tê de me netên gel hev. Dê di rojên pêş de ev xal hêj zelaltir bibe. Di daxuyaniyên rayedarên rûsî de derket pêk ku dê kurdan tev li pêvajoyê bikin û di vê der barê de hin biryar hatine girtin."
 
'DIVÊ BERÎ HER TIŞTÎ HÎZBÛLLAH Û TIRKIYE VEKIŞIN'
 
Soro gotinên Serokomarê Îranê Rûhanî en wekî "Bila hêzên biyanî li Sûriyeyê vekişin" jî bi bîr xist û wiha pê de çû: "Heke bêjin bila hêzên biyanî vekişin, wê demê Îran, Hîzbûllah û Tirkiye vekişin. Hemû welat di çarçoveya polîtîkayên xwe de hatin Sûriyeyê. Tirkiyeyê mudaxaleyê çi kir? Bi hezaran TIR'î piştgiriya çekan da komên terorîst. Sedema bingehîn a Tirkiye li wir e, kurd in. Ji bo kanton negihêjin hev, Tirkiyeyê polîtîka bi pêş xist." Soro da zanîn ku dê girêka li Sûriyeyê çawa bê vekirin hêj ne diyar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev komên li vir dê çi bin? Hêj bersiva van nehatiye dayîn. El Nusra, Ahrar El Şam û bi dehan komên din hene. Bi qedandina DAIŞ'ê re bêjin ku 'teror qediya ye' ev ne rast e."
 
'TIRKIYE LI BER TEQÎNÊ YE'
 
Soro diyar kir ku di çapemeniyê de didin nîşan ku DYA ne li Soçiyê ye, aşkera kir ku piştî hevdîtina Trump û Putîn Soçiyê dest pê kiriye û ev tişt anî ziman: "Rûsya û DYA'a li Rojhilata Navîn du hêzên xurt in. Rola ku di sedsala 20'an de Îngîltere û Fransazyê dileyst, îro DYA û Rûsya dileyzin. Tirkiyeya ku wekî aktor ji navê firiya, wekî bombeya li ber teqînê ye."
 
'BEYÎ KURDAN ÇARESERÎ NABE'
 
Soro der barê nirxandinên dê kurd li Soçiyê bin an na ev ev tişt anî ziman: "Vîna ku paytexta DAIŞ'ê bi erdê re kir ye û 4 milyon mirovî ji maseya çareseriyê dûrxistin pirsgirêkeke girîng e. Heke li Soçiyê kurd nebin, dê tu wateya Soçiyê tune be. Ji xwe Cenevreyeke bê kurd, Astana û Riyada bê kurd hebû. Pêwîstî bi avakirina maseyeke din tune. Lê divê beyî kurdan kes jî li benda çareseriyê nebe."
 
'HEVSENGIYA LI SÛRIYEYÊ ALIYÊ KURDAN E' 
 
Soro destnîşan kir ku heke kurd li Soçiyê nebin, dê ji derveyê cih guhertinê ev civîn bi kêrê tiştekî neyê û piştrast kir ku heta niha heke Esad li ser piyan be, ev bi saya kurd, Rûsiya û Îranê pêk hatiye û ev nirxandin kir: "Heke Esad dixwaze li desthilatdariyê bimîne, divê bi kurdan re li hev bike. Heke li dijî kurdan şer bide destpêkirin, dê Sûriye parçe bibe. Dê bibe çend parçe ne diyar e. Hevsengiya li Sûriyeyê di desê kurdan de ye."
 
‘DÊ KURD BI ÇALAKBÛNA XWE VALA DERXIN’ 
 
Soro ihtimala êrîşeke li dijî Efrînê jî bi van gotinan şîrove kir: "Tirkiye bi rojeva xwe ajandayayeke xwe heye. Divê di pêvajoya pêşiyê de li benda hemleyên Tirkiyeyê bin. Welatekî ku dixwaze Esad hilweşîne û DAIŞ'ê ava bike. Niha jî dixwaze bi Esad re li maseyê rûnê. Tirkiye dixwaze kurdan di Rojhilatê Firatê e hepis bike. Ev gelek caran anîn ziman. Tirkiye wekî rejîmekî rûxandinên cidî dijî. Du sal e tu wehşet neman li bajarên kurdan pêk anîn. OHAL'a di 87'an de li Kurdistanê îlan kirin, îro li tevahiya Tirkiyeyê dewam dike. Dixwaze li hemû Rojhilata Navîn belav bike. Dibe êrîşekî li dijî Efrînê bide destpêkirin. Di vê der barê de daxuyaniyên DYA û Rûsyayê hebûn. Kurd di vir de baweriya xwe bi kesî naynin. Bi çalakbûna xwe ev vala derxistin."
 
'LI ROJHILATA NAVÎN POLÎZYON GIRT'
 
Soro anî ziman ku hemû hêzên li Rojhilata Navîn pozîsyonke nû girtine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li dijî Qatarê polîsyonek cidî hat girtin. Erebistana Siûdî û Misirê wekî pêşengên Îslamê rol girtin. Serokwezîrê Lubnanê welat berda û revî. Filistîn û Îsraîlê pozîsyoneke nû girtin. Kurdên Başûr jî xwestin pozîsyonkeke nû bigirin, lê çi heye ji ber siyaseta xirab a Başûr, ev nemeşiya. Li herêmê pêvajoyeke girîng heye. Dê rewşên nû derkevin holê. Di navenda Sûriyeyê de jî kurd hene. Ev dê ji bo kurdan destkeftiyên nû bi xwe re bîne. Dîsa komkujiyeke wekî ya ermeniyan dibe ku li dijî kurdan jî pêk were. Ji bo wê divê hêj zêdetir baldarî hebe."
 
MA/Yasîn Kobulan
 
 

Sernavên din

28/11/2017
09:19 ‘Li girtîgehan serdema hov a 30 salên dawî diqewime’
09:19 Li Manîsa cûda, li Mûşê cûda
09:18 Mamosteyên nehatin peywirdarkirin: Başe ku peywir nedan me
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2017'AN
27/11/2017
22:27 Pentagon: Wê tevkariya me ya bi YPG’ê re berdewam bike
22:16 Kongreya Diyalogê ya Netewî ya Sûriyeyê hat taloqkirin
17:13 Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan hat berdan
17:04 Dadgehê biryar da ku Gulmen girtî bimîne
16:42 Di serdegirtina malan de 91 kes hatin binçavkirin
16:26 Demîrtaş ji doza Rojnameya Starê beraet kir
15:18 ÎMO: Mînareya Çar Ling bi xerabûnê re rû bi rû ye
14:45 'Ne baran kevir jî bibarin em karê xwe dixwazin'
14:39 Leşkerek bi guman mir
14:38 Rûken Cansiri ji nexweşxaneyê hat derxistin
14:35 Di kana komirê de hezaz pêk hat
14:34 4 çalakgerên Yukselê hatin binçavkirin
14:28 Di dozên tundiya li dijî jinan de qanûn tên îhlalkirin
14:08 Endamê Koma Aştiyê Seydî Firat hat binçavkirin
14:05 Di mîhrîcana şanoyê de dê 37 lîstikan bên pêşandan
13:11 'Xwedêyo! Dar qut nekirana...'
13:04 Li Kocaeliyê 3 HDP'î hatin binçavkirin
12:22 Nivîskar Fîkret Başkaya hat berdan
12:09 Irmak bi zorê anîn odeya SEGBÎS'ê
12:04 Pirsên balkêş ji HDP’iyan pirsîn
12:00 20 girtî 167 rojin di hucreyan de ne
11:57 Ji Tirkiye geriyan û ji malbata Êzidî 60 hezar dolar fîdye xwestin
11:37 Ji bo Nuriye Gulmen daxwaza berdanê
10:49 Jina ku Elçî jê nerîn girt: Ji ber sekna xwe hat qetilkirin
09:47 Li 4 gund û 6 mezrayan qedexeya derketina derve îlan kirin
09:26 Ji heman malbatê 8 kes jehrî bûn
09:26 Hevserokê li mal nebû, hevjîna wî binçav kirin
09:17 Karkerên zeviyên pembû zarok in
09:17 Dadgehê polîs berat kir û birayê kuştî jî ceza kir
09:16 Ji wê rojê şûn ve Minareyê şîn girêdaye
09:15 Xwestin tevî kelepçeyê rontgenê bikişînin
09:14 Pîra 72 salî bi keda xwe li ser piya ye
09:14 'Ev Tarsûs e, cihê dewletê ye, naşibe cihên din'
09:13 Dolar bihabûn TIR jî rawestiyan
09:12 Estukyan: Îktîdar gotina nifrînê belav dike
09:11 Karkerên çalakger: Oboriya wezîran baş e lê ya me?
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2017'AN
08:08 Nivîskar Fîkret Başkaya hat binçavkirin
26/11/2017
20:04 Ji bo Misirê li Tirkiyeyê rojek şîn hat îlankirin
19:54 Polîsan 6 çalakvanên Kolana Yukselê binçav kir
18:33 Elçî bibîr anîn: Dawiya dawî tarî dê ronî bibe
17:08 Gurkan dîsa Seroka Giştî ya EMEP'ê ye
16:43 Ji ber êrîşa li dijî dêrê kesek hat binçavkirin
16:42 3 helîkopterên Rûs li Helêbê hatin xistin
16:00 Taxeke Farqînê hat dorpêçkirin
15:16 Dozger heta 5 salan ceza ji Fîgen Yuksekdag dixwaze
14:44 ‘Cizîrê li dijî êrîşan dîrok nivîsand'
14:43 Bertek nîşanî polîsan da: Ji ber ku ez AKP'î me ez ji xwe şerm dikim
14:19 Di serdegirtinên malan de 13 kes hatin binçavkirin
14:18 'Em ê bi rêxistinkirinê zilmê têk bikin'
13:58 Cenazeyekî şewitî li Stenbolê hat dîtin
13:50 AKP'ê bi 60 milyar dolar malê cemaweriye firot
13:34 ‘Cizîrê li dijî êrîşan dîrok nivîsand'
13:16 EMEP: Em li dijî yek mirovî di demokrasiyê de bibin yek
11:16 Dadger xwest mirî bi SEGBÎS'ê beşdarî dadgehê bibe
10:26 2 sal di ser kuştina Elçî re borî: Kameraya polîsan li ku ye?
10:13 Sibe danişîna Gulmen û Ozakça ye: Bê hiqûqî destpêkir û bê hiqûq didome
09:54 'Me Newala Dîcleyê fêm bikira dê dawî wiha nebûya'
09:14 Piştî 15 salan cîhan pêşniyara ‘di olê de reform’ a Ocalan nîqaş dike
09:13 Parêzera 10’ê Cotmehê: Polîsan şopandine lê nekirine
09:12 40 hefte ne li kuçeyan e: OHAL wê bi têkoşînê rabe
09:11 Altiparmak: Îşkence encama polîtîkayên ‘bê ceza hiştinê' ye
09:10 3 cenaze winda ne, 10 cenazeyan jî nadin malbatan
09:04 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2017'AN
25/11/2017
21:17 Şanohez careke din temaşeyî lîstika “Heft û Heşta Du Kesan” kirin
18:42 Hevjîna Kemal Gun jiyana xwe ji dest da
17:31 Xebatkarên TV10: Bila zextên li ser rojnamegerên jin bi dawî bibin
16:26 Kemalbay: Bila tecrîda li Îmraliyê rabe aştî bê
16:20 Yildirim: Êrîşa hişk titûnvan provoke kir
16:09 Wê Amed Tahîr Elçî bi bîr bîne
16:08 Ozelmali yê nexweşiya Wernicke Korsakoffê berdin
15:51 Jinan li Şirnex û Amedê tundiya mêr û dewletê şermezar kirin
15:38 Rapora salekê ya binpêkirina mafên jinan: 56 jin bi tundiyê hatin kuştin
15:32 'Bila jinên girtî ên nexweş serbest bên berdan'
15:22 Rapora Tîpa T a Denîzliyê: Em ê we bikujin
15:06 Xizmên windayan: Dewlet bixwaze dikare kujerên Elçî ronî bike
14:48 Yuksekdag: Yên cengê dikin û em hene
14:45 Polîsan li Kolana Yukselê jin darp kirin
14:25 'Divê saziyên jinan ên hatin girtin bên vekirin'
14:22 Karkerê li ber ÎBB'ê di grevê de: Malbateke me ya em xwedî dikin heye
14:21 Kesên li Misirê mirin gihişt 305’an
14:04 Dayikên Şemiyê: Çima goreke em qurnafîlan dînin ser tune?
13:47 Prz. Îsteklî 11 rojin di bin çavan de ye
13:38 Meclisa Jinan a HDP’ê: Şerê li dijî faşîzmê xwedîderketina jiyanê ye
13:17 Mitînga ‘Em ê qirkirina jinan rawestînin û jiyanê azad bikin’ dest pê kir
13:15 Parlamenterê HDP’ê Onder, malbata Eroglu ziyaret kir
12:41 HDP’ê komkujiya Misirê şermezar kir
12:38 Komîsyonê 'Butçeya şer' qebûl kir
12:37 ‘Tundiya li ser jinê nayê ceza kirin’
12:37 DÎSKÎ'yê sedema qûtbûna avê bi Dîcle Epsaşê ve girêda
12:34 Titûnvan: Zagon semsûriyan mehkumî karkeriya demsalî dike
11:54 Çîrokên serkeftina jinên Sûriyeyî: Eşîk
11:50 Soro: Soçiya beyî kurdan ji cih guhertinê wêdetir kêr nayê
11:49 Ji bo germ bibin kuçe bi kuçe depan kom dikin
11:33 9 kes li Senbolê hatin binçavkirin
11:32 Qedexeya li Farqînê hat rakirin