AMED – “Qedexeya derketina kolanan” li gundê Fişatê û mezraya Goma Fişatê yên Farqînê hat rakirin.
Walîtiya Amedê bi hinceta operasyonên leşkerî di 23’ê mijdarê de li gundê Fişatê û mezraya Goma Fişatê yên girêdayî navçeya Farqîna Amedê “qedexeya derketina kolanan” îlan kiribû. Walîtiyê daxuyand ku qedexeya li gund û mezrayê îlan kiriye duh êvarê saet di 19.00’an de rakiriye.