HATAY - Polîsan li Îskenderunê serê sibê bi ser malan de girtin û gelek kes binçav kirin.
Li navçeya Îskenderuna Hatayê polîsan serê sibê hemwext bi ser gelek malan de girtin û lêgerîn kirin. Piştî serdegirtina malan, gelek kes binçav kirin. Kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birîn Midûryeta Polîsan a bajêr. Navê hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: Şehmuz Taşan, Ahmet Bariş û Abdullah Oskar.