STENBOL – Seroka EVÎD-SEN'ê Gulhan Benlî diyar kir ku karkerên di malan de dixebitin, bi tacîz, tecawiz û şidetê re rû bi rû dimînin, da zanîn ku ew ê ji bo daxwazên kedkarên malan li Tunelê bin.
Karkerên di malan de dixebitin, dengên wan ji dîwarên malan derbas nabin. Ev karker karkerên rojane dixebitin, bi mehaneyê li zarokan, welatiyên nexweş, kal û pîran mêze dikin, baxçevan, paqijiya derenceyan, li serê parçe kar kirin, utîvanî, xwarinpêjî, xarinê serwîsê malan kirin û jiyana wan bi tevahî di malan de derbas dibe. Ev karkerên di van karan de dixebitin, bi tu awayî ewlehiya wan e jiyanê tune, ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan tu xebat nayê meşandin. Ji bo mafên xwe bi dest bixin di sala 2008'an de Sendîkaya Piştgiriya Karkerên Malan (EVÎD-SEN) ava kirin. EVÎD-SEN'ê di navbera 2009-2010'an de xebatên xwe yên saziyê meşandin û di sala 2011'an de bi fermî saziya xwe îlan kirin.
Seroka EVÎD-SEN'ê Gulhan Benlî destnîşan kir ku piştî avabûna xwe îlan kirine, mehek şûn de bi gotina "Hûn nikarin sendîkayê ava bikin" doz li wan hatiye vekirin, piştî têkoşînek 4 salan doz qezenc kirine û niha bi fermî xebatên xwe dewam dikin. Benlî bal kişad ser jinên di malan de kar dikin û aşkera kir ku ew ê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şideta li ser Jinê li Tunelê bin, tev li meşa jinan bibin.
‘TU MAFÊN KARKERÊN MALAN TUNE’
Benlî da zanîn ku şertên karkerên malan gelekî zehmet e û wiha got: "Karkerên malan di cihên xebatê de bi tacîz, tecawiz, mobîng û şidetê re rû bi rû dimînin. Dîsa di dema kar de qeza jî gelek pêk tên. Em a niha dema li vir diaxivin jî em karkerên malan e, li cihekî an bi tacîzê re an jî bi qezayan re rû bi rû ne."
Benlî diyar kir ku tu mafên karkerên malan tune û wiha axivî: "Mafên me yên wekî tazmînat, teqewîtî û hwd. tune." Benlî der barê nexweşiyên pîşeyî yên karkerên malan de jî ev tişt got: "Hêj di qada vî karî de nexweşiyên pîşeyî nehatine diyar kirin. Ji ber ku bê ewleyî serdest e. Dema ewlehiyek tune be dê çawa nexweşiyên pîşeyî bên diyarkirin. Divê sîgorte hebe û tu biçî van nexweşiyan diyar bikî."
‘JI KARKERAN RE XEW Û XARIN TUNE’
Benlî der barê pirsgirêkên nexweş de jî got ku "Tu ewlehiyeke rêk û pêk a kesan tune, sîgorte tine. Bi tevahî bê sîgorte û bê ewlehî dixebitin. Giliyên me yên di vê der barê de, tu encam negirtin." Benlî bal kişand ser karkerên li cihê karê xwe radizên jî û wiha pê de çû: "Kesên bi razayî dixebitin, şev û roj li wê malê ne û bi giştî ji her tiştên li wê malê re eleqedar dibin. Zarokên malê dibin dibistanê, her tiştî re eleqedar dibin. Hevalên me yên van karan dikin, tenê hefteyê de rojek destûra wan heye."
‘WEZÎR BI MERE HEVDÎTIN NEKIR’
Benlî piştrast kir ku hemû bûyerên wekî tundî, tacîz, tecawiz û hwd. ji ber ku nayên şopandin ev zêdetir dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo pêşî li vê bê girtin, me bi heval û akademîsyenan re civînek amade kir û hin nîqaş bi pêş xistin. Dîsa pêşnûmeya me ya peymanî heye. Ev pêşbûne navê wê 'Rêveberiya Peymana Tibê ya Karkerê Malan e.' Divê ev bê qebûl kirin. Ji bo di nav qayde û qûralan de xebatek pêk bê, divê setên xebatê bên diyarkirin, kar bê diyarkirin, dema xwarinê û çay vexwarinê jî bê diyarkirin. Divê dema bêhnstandinê bê diyarkirin û gelek tiştên neyînî ji holê bê rakirin." Benlî anî ziman ku wan xwestiye van daxwazan bi Wezîrê Xebatê re parve bikin û di vê der barê de jî ev tişt got: "Sed mixabin Wezîrê Xebatê bi tu awayî jivan (rendevu) neda me. Heke dema we tune be, mêzekin me amade kir, werin em bi hev re bi pêş bixin. Kêm û zêdeyên wê hebin bên em bi hev re bixin jiyanê. Qe nebe dê di vî warî de piçek be jî şert bên ghertin û ewlehiya karkerên malan bê sazkirin."
‘EM Ê BI DAXWAZÊN XWE LI QADAN BIN’
Benlî destnîşan kir ku ji bo li qadê tu pirsgirêk neqewimin divê mafên jiyanî bi ewle bibin û wiha axivî: "Divê ewlehiya kar bê şopandin. Dema ev nebin, bi xwezayî tiştên ku bên tespîtkirin jî dê gelekî zehmet be." Benlî der barê buroyên îstihdamê de jî axivî û aşkera kir ku van buroyan karkerên malan mexdûr kiriye û bê ewlehiya li qadê fermî kiriye û ev tişt anî ziman: "Me der barê buroyên îstihdamê de bi wezaretê re hevdîtin pêk anî. Gotin ku 'Dê ewlehiya we hebe', lê ev pêk nehat."
Benli herî dawî xwest berî her tiştî divê wekî pîşeyî daxwazên wan pêk bên, itibara wan dîsa bidin wan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê ewlehiya civakî ya karkerên malan bê sazkirin. Ji bo em van mafên xwe bi dest bixin, di 25'ê Mijdarê de em ê li Tunelê bin."
MA / Sadiye Eser