* Di serdemeke ku hema bêje krîza aborî bandorek neyînî li hemû qadan kiriye de, ji ber sarbûna hewayê herî zêde rewşa karê firoşkarên sergînan/tepikan baş e. Sergînên ku hem erzan hem jî xwezayî ne, van rojan li bajêr eleqeyeke zêde ji bo wan heye.
* Ji sazumankarên AKP'ê Fatma Bostan Unsal, bal kişand ser tercîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku welatek di bin tecrîdê de ye û wiha got: "Gelek pirsgirêkên der barê kurdan de heye em nakin rojev. Sûr ji binî ve tê guhertin em nakin rojev. Serokê partiya Sêyemîn ya Meclîsê nikare derkeve dageheê."
* Nûnerên saziyên elewiyan bertek nîşanî îşaretkirina deriyên malen elewiyên li Meletiyê dan û vê yekê wiha pênase kirin: “Zarokên oldar, kîndar û êrîşkar dîsa li ser kar in.”
* Hunermendên NÇM’ê ya bi KHK’ê hat girtin, li atolyeyên alternatîf xebatên xwe didomînin. Hunermend Gulîstan Tûran wiha got: “Huner awayê herî azad e ku, jin xwe pê îfade dike.”
* Li Erziromê, Qonaxa Paşabegê ku 300 sal berê hatiye çêkirin, mirovan ber bi rêwîtiyeke dîrokî ve dibe.
* Ji Heyeta Mirovên Aqilmend Celalettîn Can got ku dewlet nahêle ku Ocalan ji mirovan re bibe lempe û wiha got: “Ocalan, ji bo aştî û çareseriyê kesê herî muhîm e. Heke tê xwestin aştî çê bibe û li Rojhilata Navîn têkiliyên baş çê bibin, divê vê firsenda dîrokî bidin Ocalan.”
* Ji hezar û 700 karkerên Real Hîpermarketê ku bi hîle û xurdeyan mafên wan hat xespkirin Ayşe Atbaş, diyar kir ku ew wek koleyan dewrî Mexazeyên Begendîkê hatine kirin û beramberiya keda wê ya 17 salan “bîrçîtî” ye.
* Seroka EVÎD-SEN'ê Gulhan Benlî diyar kir ku karkerên di malan de dixebitin, bi tacîz, tecawiz û şidetê re rû bi rû dimînin, da zanîn ku ew ê bi daxwazên kedkarên malan dê li Tunelê bin.
*2 Hezar koçberên ji şerê Iraqê reviyan û li bajaroka Derecîk a Şemzînanê bi cih bûn, têkoşîna jiyanê didin. Koçberên zivîstana xwe di kon û bradayan de derbas dikin, diyar kirin ku dewlet alîkarî nade wan.
* Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî dê di pêşengiya TJA'yê de bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay dê li Parka Musa Anter mîting bê lidarxistin. Bi heman armancê li Edene, Mêrsîn, Stenbol, Amed, Îzmir, Enqere, Colemêrg, Wan, Riha, daxuyanî, meş, mîtîng û çalakiyên cuda bên lidarxistin. (11:00-18:00 )
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê dê Rapora Girtîgeha Tîpa T a Denizliyê dê bi civîna çapemeniyê aşkere bike. (12.00)
* Dayikên Şemiyê dê bi armanca "Faîl diyar in, winda li ku ne" dê li qada Galatasarayê di hefteya 661'an de çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Komîsyona Windayan a ÎHD'ê û Xizmên windayan bi armanca “Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" dê di hefteya 459’an de bi boneya bîranîna Tahîr Elçî dê li şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê dê rapora herêmê ya 2016 - 2017'an bi raya giştî re parve bike. (12.30)
* Koma Bîsîkletan a Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê dê bi minasebeta 25'ê Mijdarê tûra bisîkletan pêk bîne. (13:00)
* Komîsyona Girtiyên Nexweş ya ÎHD'ê, Çalakiya "Rûniştina F" a ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li qada Galatasarayê di hefteya 296'an de çalakiya xwe berdewam bikin. (13.30)
* Xebatkarên TV10 dê di hefteya 60’an de çalakiya xwe li Qada Galatasarayê berdewam bikin .(14.00)
* Çalakiya Kolana Yuksele dê di roja 382'an de berdewam bike. (13.30/18.00)