DÎLOK– Li navenda Dîlok, navçeyên wê Nûrheq û Nîzîpê 16 kes hatin binçavkirin.
Li navenda Dîlokê û navçeyên wê Nûrheq û Nîzîpê polîsan operasyoneke hevwext li darxist û 16 kes binçavkirin. Kesên bi îdiya li ser medyaya civakî “Heqaret li Serokomar kirine û propagandaya rêxistinê kirin” hatin binçavkirin, birin Şaxa TEM’ê ya Dîlokê.