ŞIRNEX – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî di nav de heyetek li Cizîrê serdana rêxistinên civaka sivîl kir.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, endama Dîwana Serokatiya KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, Hevşaredarê Şaredariya Cizîrê Kadîr Kûnûr ê ji peywirê hat dûrxistin û Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez jî di nav de heyetek li navçeya Cizîr a Şirnexê serdana rêxistinên civaka sivîl kir.
Heyetê ewil serdana Weqafa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) kir û der barê nexweşxaneyên li Cizîr û Şirnexê agahî wergirtin. Heyetê anî ziman ku ew ê pirsgirêkên di warê tenduristiyê yên li bajêr têxin rojevê. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axaftineke kurt kir û got ku ew di pêvajoyeke zor û zehmet û ewqasî jî dîrokî de derbas dibin. Ozturk, dest nîşan kir ku îktîdar bi awayekî topyekûn saziyên kurdan hedef girtiye, lê li gel hemû êrîşan jî gel xwedî li vîna xwe derdikevin. Ozturk got ku divê di vê pêvajoya zehmet de hemû rêxistinên civaka sivîl bi hevdu re tev bigerin û bi taybetî jî ji bo aştiya civakiyî divê her kes balê bikêşe ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan.
Heyeta KCD’ê piştî THÎV’ê serdana KESK’ê kir. Heyetê li vir guh da pirsgirêkên di warê perwerdehiyê de û mudetekê bi mamosteyan re sohbet kir. Ozturk, anî ziman ku wê di bin nabê KCD’ê de komîsyonên perwerdehiyê bên avakirin û ew ê ji bo pirsgirêkên perwerdehiyê yên li Cizîr û tevahiya Kurdistanê bixebitin.
Heyetê piştî KESK’ê serdana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Cizîrê kir. Heyetê li vir bi taybetî guh da pirsgirêkên aborî yên ji ber kêşeya Deriyê Sînor ê Xabûrê û pirsgirêkên aboriyê yên xwe li Herêma Kurdistana Federe didin der. Ozturk dest nîşan kir ku divê kardêr di bin banê KCD’ê de bi tevakriyî tev bigerin. Her wiha Ozturk diyar kir ku divê hemû partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Kurdistanê di bin banê KCD’ê de bên gel hev.
Paşê heyetê serdana Odeya Ajokar û Otomobîlvanan kir û bernameya xwe ya îroyîn bi dawî kir.