STENBOL - Hunermenda NÇM'ê Hîvda Gokel, di serdagirtina malê de hat binçavkirin.
Hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Hîvda Gokel li navçeya Pendîkê ya Stenbolê di serdagirtina malê de hat binçavkirin. Piştî lêgerîna li malê Gukel birin Miduryeta Polîsan a Stenbolê ya li Vatanê.
Hat diyarkirin ku Gokel bi fermana Serdozgerê Komarê yê Mêrsînê hatiye binçavkirin, lê sedema binçavkirina Gokel nehat ragihandin, tê gotin ku dê Gokel bibin Mêrsînê.