ÎZMÎR - Parêzerên li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Şakranê bi girtiyan re hevdîtin kirin, diyar kirin ku 5 girtî xistine "qefesê têlînî". Parêzeran anîn ziman ku ew "qefesên têlînî" ji bo girtiyên ji doza Cemaeta Gulen hatibûn girtin, hatibûn amadekirin.
Parêzerên ku li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Şakranê bi girtiyan re hevdîtin pêk anîn, diyar kirin ku 5 girtî di "Qefesên têlînî" de tên girtin. Parêzer Erdogan Akdogdu, li girtîgeha Şakranê bi girtiyên ku li kawişa A-25'an dimînin Musa Karataş, Kemal Toka, Fikret Kara, Gokhan Atay, Mehmet Ali Aslan re hevdîtin kir, diyar kir ku di 30'ê Cotmehê de 9 girtî dema sewq kirine ji aliyê peywirdarên Nexweşxaneya Kandira ve rastî lêdan û neheqiyê hatine. Parêzer Akdogdu, anî zimanku di lêdanê de parsuyê Musa Karataş hatiye şikanin û wiha got: "Girtiyên hatin sewqkirin bi fermana Midûrê Girtîgehê Abdullah Demircî ve rastî lêgerîna tazî hatine. Girtî ewil xistin 'Kefesên têlînî' yên ji bo girtiyên ji doza Cemaeta Gulen hatine girtin. Ev yek nayê qebûlkirin. Midûrê Girtîgehê Demircî biryarên xwe yên keyfî li ser girtiyan dixe meriyetê.
Akdogdu, anî ziman ku wî û prz. Bahattin Ozdemir xwest bi hevre bi Midûr Demircî re hevdîtin bikin lê ev daxwaza wan red kiriye.
Akdogdu, anî ziman ku ji bo vê yekê ji Wezîrê Dadê re daxwazname nivîsandine û li dijî vê rewşê hewldanên wan didome.